Xelîl kalo
Mêjiyê sivik….barê girane …. derb derba mêjî û ne zaniyê ye .aqilê sivik weke hirçê xwediyê xwe di kujê . her wiha ku miletê kurd derdê wê êşê dikişîne û niha jî di kişênê, ku mîjiyê wî bûye sedema paşketin û bindestîya wî û koromoro bûye .eger gelê kurd û bi taybetî bijartiyên me yên civakî û rewşenbîrî û siyasî hebane, xwedî aqil û wicdan û dûrmeyzên bane ,wê rewşa gelê kurd baştir bane ji niha .pîştî dihên salan ji xebata netewî û tofana ku li sûrî di qewimê.
em hîna windane û bijartiyên meyî siyasî hîn aqil zivikin weke zarokan bi hevketine û barên xwe girandikin roj bi roj û hew karin di binde bi meşin .
Ev rewşa berçav ya ku em têde hate encamdan bi egere siyaseta meyî bê armanca netewî û pir xirab dawiya ne diyardike .niha me ne şexsîyete , ne rêxistina netwî û hevhişmendi ye û her dîse jî bê hestên hevbeşe ,her yek ji me weke xwe dije û hizira xwe dike bê pêwendî û girêdanên xurt di gel hev wekî gel û neteweyeke bindest û xwedî doz .hîna piraniya kurdan weke hoz û êlan dijîn û wisa siyasetê dikin , tenê bi berjewendîyên xwe yê kesayetî û bi tiştên pûç difikirin .

Heta roja îro jî hîn ew aqilê sivik li ser meye , ku riya ber lingê xwe em nabînin û em nizanin ka wê paşeroja me wê çawa be .di zemanê ku her tişt li dora me tê guhartin bi lez û bez , ne me heye cihê şêwir û şêwrdariyê ,ne aqilmend , ne rêxistinên berpirsyar û hevhişmendî ,ne maf û ne azadî ,ne mal û mewdan û her tişt bihêviya xwedê ve ye û ber bayê sar ve berdane weke kerempera ku ba li ber xwe bibe .kes nizanê ka wê bi kûde biçê . bê ku ti hêviyên me bi rojên werê re hebin heta gihaye wê radê ku em bê hêvîbûne ji rewşa em têde , herkesî ji me xwe windakiriye û ciqas em li xwe digerin em nabînin . vêce û li vê derê ev rewş bi vî halî wilo bimîne , me nagihîne ti deveran ji bilî zêdebûna koletî û bindestiyê .