Zimanê kurdî di rewşa niha de

 Subhî Ahmad

Dema em baş li rewşa îro binerin gelek tişt hatin guhertin û pêşketin yek ji wan jî ziman e berî deh pazdeh Salan ji me re zorbû dema me karîba pirtûkek bi zimanê kurdî bi hêsanî peydakiriba derfet û imkan pir mezin bûne ku zimanê kurdî pêşbikeve, ji bilî ziman jî rewşa giştî ya gelê kurd hatiye guhertin li her çar aliyên kurdistanê jî kurd li ber xwe didin lê mixabin pirbûna partiyan û serokan bercewendên giştî yên netewî hatine jibîrkirin tenê li nav ûkursiyên xwe digerin.
Rewşa îro em tê de ne,çareseriyek lezgîn ji kêşa kurdî re tê xwestin, qûnaxa em tê de ne gelekî nazik û hesas e, bi vî rengî ziman jî tê veçirandin her gurûp bi ser xwe de didiyê û li gor zanîbûna xwe pêş dixe  lê mixabin nizanin kû ziman ji hev nayê veqetandin ew yeke bi hev ve girêdayî  ye û yeke. Îro rewşa rojava delivek e pir mezin giringe di dîroka kurdistana rojava de.Sazî û rêkxistin pir in ev helwesteke pir baş e ji bo peşkevtinê lê ne ji bo cidabûn û veqetandinê. Îro gelek sazî û dezgeh li rojavayê kurdistan peydadibin ger bi hevkarî û berpirsiyarî bixebitin dikarin roleke dîrokî di zimanê kurdî de pêkbînin perwerde û hînkirina zimanê kurdî ya hevbeş dikare bibe bingeheke dîrokî ji netewa kurd re.
Li gor îro ku ez dibînim gereke ziman ji hev neyê veqetandin li gor profesyonêl û akadimisyanan bê perwerdekirin û hînkirin, ji ber ku zima ê li gor bigeh û rêzikan be ew ziman xurt û xwedî roleke bi hêz e.Em dikarin xwe bi zimanê xwe mezin bikin û xwe bi hêz bibînin qural û qanûnên di zimanê cîhanê  de, ew  di zimanê me de jî hene, serê me bi zimanê me bilinde gereke em jî lmîna xelkê ziman peristbin ev jî mafê meye,  ger me zimanê xwe parast wê demê me xak û dîroka xwe jî parast û me netewa xwe jî parast, birastî îro pêdiviya zimanê me bi hin pispor û zimanzanan heye gereke komên perwerda akadimîk pêkwerin ûzimanzan li hev kombibin û konfirasan li dûv hev pêkbînin ji berku ziman wek destê şikesti û şaş bi hev ve bûyî tê bikaranîn.
Zimanê kurdî zimanê dengdêran e ew jî gelekî nazik e. Gereke hin quralû qanûn ji bo bikaranîna rêzikan bên danîn, li gor sîstemeke hevgirtî bi rê ve here, wê demê em dikarin bêjin em xwedî zimanekîli hev hatî û cih girtî  nedem hatiye ku em saziyên akadimîk pêkbînin u bê cuabûn, kurdan li hev kombikin  perwerdeyek  hevgirtî pêkbînin, yekbûna têgînên rêzimanî pêkbînin bi rengekî duristhemî êlementên ziman bikarbînin. Pêdiviya me bi seraskirina bikaranîna peyvan heye, ji ber ku peyvên zimanê kurdî şaş hatine bikaranîn gereke ew li gor rêziman bên serestkirin ji ber ku  îro ew sazîyên kurdisanî yên akadimîk tune ne lewre em bikaranîna peyvan dikevin nav gelek şaşiyan deû van şaşiyan cihê xwe di nav ziman de girtine. Li gor rewşa îro derfet û imkan peydabûne ku em karibin bi rengekekî lezgîn çareseriyê ji van şaşiyan re bibînin.
Em kurd bi zimanê xwe tên naskirin çiqas em li zimanê xwe xwedî derkevin havqas em li xwe xwedî derdikevin, di dîrkê de çiqas me li ber xwe daye hewqas me  ziman û netewa xwe parastiye, lê ji ber bindestiya me hevqas demek dûvdirêj êzayîî û zehmetî kişandiye hevqasî ziman jî ew kişandiye. Ziman hatiye talankirin û ji hev xistin û dizîn û li ber me hatiye reşkirin. Dem hatiye ku em îro li zimanê xwe xwedî derkevin, pêdiviyeke lezgîn bi konfrasên ziman heye û  giringiya yekbûna perwerde û hîkirina ziman jî gereke

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Di pêvajoya dîroka romanê de, her jin babeta berfereh û giring bû.. ji babeteke çîrokî /vebêjî sade hilkişiya ta ku bû kesatiyeke xwecihgirtî, zana û weha jî bû zîlana wutara romanê.. lê di civakên xweparêz /klasîk de, ne bi wê hesaniyê ye ta ku ev veguhêz pêk tê! Di civakên…

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…

Hişmend Şêxo

“Nerînek di derbarê rewşa Sûrî de”

Di sala 2011an de qeyrana Sûrî destpêkir û ji wê demê de ji ber zihniyeta rêjîmê û nepejirandina wê ji daxwazên hemû pêkhateyên gelê sûrî re di gorankarî û çaksaziyê de û li şûn sivikirina êş û azara welatiyan û dayîna azadiyên giştî…

Mislim Şêx Hesen

Bi berfirehkirina çarçoveya lêkolînên li ser dîroka Ala Kurdî, dikare were gotin ku ev sembola neteweyî di kêliyekê de derneketiye holê, lê belê di pêvajoyeke dîrokî ya dirêj de ku bi pêşketina hestên neteweyî ya Kurdî û guhartinên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye, form girtiye.

Lêkolînên…