Rojbîn kizil Hevrêya hestên nazik

 

Mahir Hesen

Dahênana Muzîkê di mêjûya me de yek ji serfiraziyên herî mezin e, û pêngavek e ku kurdan li her serdemekê de êşa xwe pê nîşan kirine û ji bo cîhanê dane zanîn û ronî kirin. Muzîka Kurdî ne encama kêliyek ye , yekem awaz li seranserê dinyayê bi zimanê Hurî ye ( tuxmê kurdan)  û bi rengek ku peyv û hejmaran tê de hatiye nivîsandin. Bi wateya Kurdan bingeha pîvana muzîka navneteweyî ya îro hatî pejirandin danîn e.
Ew encama hewildanên dirêj ên li seranserê serdemên dîrokî bû, heya ku Muzîka me gihîşt tiştê ku niha di mercên pêşkeftinê diyar dibe .  girîngî û geşedan û danasîna Muzîka me yek ji Erkê herî zehmet ji hunermendên me dihat xwestin.

Bi saya Muzîkê , hunermendên me  bihevre di parastina berhema rewşenbîrî, çandî û zanistî çi di dewrana nû de û çi di ya kevnare de xwediyê rolek mezin bû. hemî bûyerên girîng ên dîrokî di jiyana kurdan de ya rojane tomar kirin.
Muzîk di warên cûrbicûr de yek ji wan wateyên zanînê ye û dibe movikek û stûyek di rêvebirina kesayetiya mirov û firehkirina asoya û bi naskirina bi çanda kesên din re , û ber bi pêşkeftin û berferehkirina şehrzabûn û her weha pir çandîbûn, û pir caran ji afirînerî  nûjeniyê re , û di vê gotarê de em ê li ser bandor û girîngiya hunera hunermend Rojbîn Kizil biaxivin, ku wê di temenek ciwan de, karibû ku bibe yek ji stêrên binav û deng û li YouTube hejmara herî bilind ji temaşevan û şopînera bi destve anî. Her wisa jî gelek stran ji awaz û peyvên wê ne
Rojbîn bi xwe Muzika xwe li studioya xwe qeyit dikê û klipê xwe jî bi xwe tomar dikê. Di gel zîrekbûna di saz û gittarê bi gelek zimana di axive jî.
Rojbîn Kizil kî ye ?!
Navê min Rojbîn KizilEz li Elmanya ji dayîk bûme û li Elmanya jîyan dikim. Ez bi eslê xwe ji bakurê Kurdistanê ji navçeya Nisêbînê me. Ez niha Zaningehê dixwînim beşê Parêzkarî
– Muzîk û stran ji bo te tê çi wateyê?
Muzîk û stran xwedîderketina çand û hûnerê ye, xwedîderketina eslê xwe û zimanê xwe ye, her wiha mirov kul û êşên xwe û ên gel û welatê xwe bi rîya mûzîkê tînê ziman
– Temenê te çend bû gava te bi dest bi muzîkê kir ?
-Ez 8 salî bûm min dest bi perwerdeya tembûrê kir û 9 salî bûm min stran gotin.
Hunermendên ku bandor li Rojbîn kirine kî ne
-Apê min û meta min stran digotin û bavê min behsa jîyana Eyşe Şan ji min re dikir ku çi zorî û zehmetî kişandîye wek hunermendek Jin
– Kê di destpêkê de alîkariya te kir û piştgirî da Rojbîn?
-Malbata min, bi teybetî bavê min alîkarîya min kir û hêjî piştgirîya min dikin.
– Gelek awazên Kurdî têne dizîn.Em dikarin wekî karekî din ji were bipejrînin ku dikeve ser milê hunermendan hemberî wê rawestin ?!
-Mixabin,  beyaniya gelek û gelek ji ziman, Muzîk û çanda  kurda dizîne, lê sazîyê kurda, hunnermendê kurda li hember vana bê deng in, Em kurd tenê ji hev re li hemberî hev xurt in
Ramana te li ser asta hunera Kurdî li gorî stranbêjî, muzîk û hunera li welatên dagîrkerên kurdistan
Belê dagîrkerê li Welatê Kurda, ji bo ku Kurda tine bikin ziman û Muzîka Kurda jî talan kirin, qedexekirin, lê bi tevî vê zordarî û serdestîya wan jî dise Kurda ziman û Muzîka xwe hindik jî bê parastin.
Niha Kurd li Dinyayê belav bûne û hunera xwe Muzîka xwe bi dinyayê didine naskirin û guhdarkirin, ev jî pêngavake gelekî baş e.
Armanc û projeyên te ji bo pêşerojê ?
Armanc û xwesteka min ew e ku Kurd li Ziman û Muzika xwe xwedî derbikevin û pêşbixin, zêde giringîyê bidine stranê kurdî. Bi teybetî jî ji bo  keçên Kurd ez dibêjim. Ez wek proje jî ez niha amedekarîya klipê nû dikim
Peyama te ji bo hunermendên din ên ku dixwazin bibin stêrk bi nav û deng çi ye?
Bila sekinandina wan hebê, bi zimanê xwe strana bêjin, li hevdû xwedî derbikevin, piştevanîya hevdû bikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Hozan Yûsiv

Erdnîgariya demê ya êş û hêviyê

Meha Adarê di wijdanê Kurdî de ne tenê demeke ji salê, lê belê “erdnîgariyeke demê” ya awarte ye ku çîrok û dîroka gelekî vedibêje. Di vê mehê de xetên karesatê û yên vejînê digihêjin hev û salname dibe lîsteyeke vekirî ji…

Xizan Șîlan

-Stran-

bombe û napalm
barandin
wan balafiran
devê xwe yê bi xwîn
wek cinawiran
berdabûn laşên kurdan
jehra maran
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
agirê şewatê pêkxistin
li gund û bajaran
şehîd ketin xwarê
stêrk bi hezaran
qêrîn û hawara dengê wan
dagirtin
valahiya asîmanan
ax lê eman
ax lê eman
hawîrdor mij û dûman
xwîn diherikî
ji keç û xort û mindalan
qîjeqîj û…

Welatê me|Bochum: Bi helkefta salvegera 20emîn a damezrandina xwe, malpera «Welatê Me» hunermenda kurd Şerhîbana Kurdî xelat kir. Ev xelat wek bilindnirxandinê ye ji keda wê ya hunerî û xizmeta wê ya ji stirana kurdî ya resen re.

Ji hêla xwe ve, hunermenda pilebilind Şehrîban, spasî û rêzgirtina xwe ji rêveberiya malperê…

Firyal Hemîd

Piştî derbasbûna rexê çepê ya Deryaya wî welatî, bêhnvedaneke bi dûmana sar û sermeyê, ji hinavê wê yê vala ji hêviyan , lê dagirtî bi rasteqîneke ne dibîr de dihate der.
Wê barên baweriyên xwe hilgirtibû, berû bi jiyaneke bi sawêrne nependî ve diçû.

Li ber pendavên wê deryayê, bi…