Yekem Peraşûtvanê Rojavayê Kurdistanê: Min dît ku ez dikarim bifirim

Hevpeyvîn û amadekirin: Idrîs Hiso
Navê wî Ebdulhekîm Mihemed Necîm Derwêş e, lê tênaskirin binavê Can Derwêş bûye, yekemîn Peraşûtvan ji Rojavayê Kurdistanê, li gorî zaniyariyên li ber destê min heta niha ti kes ji Rojavayê Kurdistanê, nebûye Peraşûtvan.
Can Derwêş di 20.04.1981ê de li  Gundê Koçeriyê ji dayik bû ye, Koçeriyên yek ji gundên ser bi parêzgeha Hisiça ya Rojavayê Kurdistanê ve ye, nêzîkî bajêrvaniya Til Berak e.
“Min xwendina xwe ya seretayî li gund, û ya amadeyî û navendî beşê pîşesaziyê li bajarê Hesekê bidawî kiriye.”
Can ji malbateke kurdpewer û welathez e, bavê wî ji jinekê bûye xwedan heşt kur û çar keçan. Li Hesekê mala me û mala Can dirawsê (cîran) bûn, lewma ji destpêka xwendina amadeyî min û can hevudin naskir. Ez ji Torliyasê û ew jî ji Koçeriyê hatibûn bajarê Hisiça taxa Salihiyê û li dibistana Hamid Mehfûz, me dixwend, hemîşe Can ne wek hevalên xwe bû, bi tiştên seyir û cuda mijûl dibû, bitaybet tiştên ilktronî, radiyo, tomargeh, utî, cilşo û perwaneyên eliktirkî ligel otombîlan jî geh çak dikir geh xirab dikir.
“Min xwe li gelek karan kir bele, lê vê dawiyê bitenê karê splêt û sarkirdina embarên mezin dikim û hîna jî li ser vî karê xwe berdewamim, ji xwe xwendina min jî girêdayî vî karî bû.” Derbarê vî karî Can li seranserî Duhokê û parêzgehên din ên Kurdistanê jî naskirî ye.
Can di Gulana 2013an de, ji ber ceng û kirîza Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê penaberî Herêma Kurdistanê bû, li kampa Domîzê bicihbûye û heta niha jî li wir e.
“Bi rêka karê xwe min yek ji endamên Yaneya Duhok a Esmanî  ku di 18.01.2020 de hatiye damezirand nas kir, wî endamî ji min re behsa yaneyê kir.”
“Destpêkê min got ez û peraşûtvaniyê çi ji hevudure dibêjin, û min guh qet neda gotinên wî endamê yaneyê, piştre wî dostî xwest ez biçim cihê rahênana wan û li wan temaşe bikim bê çawa fêrî vê werizşa xweş û balkêş dibin.”
Can berdewam dike û dibêje: “Li wir ez çav bi wî dostê xwe ketim, bê çawa bi temenê xwe yê  pêncî salî dikare bifire û gelekî bi vê werzişa ciwan dilxweş e.”
Piştre Can sê mehan berdewam li gel endamên yaneyê diçe cihê rahênanê û li wan temaşe dike.
“Sê mehan berdewam ez diçûm cihê rahênanê, heta ku birayê min Mihyedîn ku niha li welatê Nêmsa dimîne ji min re peraşûtek şand û ez ji aliyê endamê Yaneya Duhokê, Mihemed Doskî ve li ser firîna bi peraşûtê hatim rahênankirin, min dît ku ez dikarim bifirim, û niha wek tu dibînî ez difirim. Ez gelekî spasya Mihemed Doskî û gistendamên yaneya Duhokê dikim”
Can niha bifermî yek ji endamên Yaneya Duhok a Asmanî ye,û bûye yekem xort ji Rojavayê Kurdistanê di vî core werzişê de.
Can bihêvî ye rojekê nûnertiya Rojavayê Kurdistanê bike di vê werzişê de, herwiha hêvîdike ku werziş bi taybet werzişên geştguzarî li seranserî Kurdistanê pêşbikevin û piştevaniya pêwîst ji wan re were kirin.
“Jiber Kurdistan welatekî ciwan e, hêjaye ku bibe cihê her tiştê şaristanî û ciwan, ji wan jî werzişa peraşûtvaniyê.”
Duhok, Domîz 24.09.2021z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…