Ferhadê Çelebî û Qazina ji Qederê!(1961 – 2004)

Konê Reş

Di jiyana her mirovekî de xizim, heval û hogirên wî hene. Hin ji wan zûbizû ji bîra wî narin. Nexasim, ewên ku bandora wan li wî û civaka wî hebe.. Sebaretî min, helbestvan û çalakvanê Kurd Ferhadê Çelebî yek ji wa ye. Tevî ku va 17 sal di ser koçkirina wî re derbas dibe, hê jî di bîra min de ye. Ew di roja 31/10/2004an de, digel du birayên xwe (Zibêr 50 salî) û (Şêro 41 salî), ji Qamişlo diçûn Helebê, li ser cadeya (M4), nêzîkî bajarê Reqayê, di rûdanek tirafîkê de, hersiyan canên xwe ji dest dan. Sibeha 1/11/2004, bi beşdariya cemawerekî girs ji xelkên Qamişlo û Amûdê termên wan di goristana bajêr Amûdê de hat veşartin..

Nivîskar û helbestvan Ferhadê Çelebî; di sala 1961ê de li bajarê Amûdê hatibû dinyayê, xwendina destpêkê li Amûdê bi dawî anî bû û di sala 1985an de xwendina xwe di zanîngeha Şamê, fakulteya abûriyê de qedandibû û ew yek ji:

– Endamê komîta navendî ya (Partiya Demoqrata Pêşverû Kurdî li Suriyê) bû.
– Yek ji du xwediyên kovara (Zanîn) bû.
– Yek ji damezirênerên (Festîvala Helbesta Kurdî/1993) bû li Suriyê.
– Yek ji berpirsyarên kovara (Gulistan) bû, ewa ku Seydayê Cegerxwîn ji sala 1968an de diweşand.
– Roleke wî ya berbiçav di komên folklorî kurdî de hebû, hem jî di aheng û festîvalên kurdî de û wek pirekê bû di nav Cizîr û Efrînê de.
Helbestvan bû; dîwanek helbestên wî çapkirî hebû, digel çend destxetên wî yên ku nehatine çapkirin û dîwanek helbestên helbestvanê ereb rehmetî Riyad Salih Elhisên ji erebî wergerandiye zimanê kurdî.
Di roja 02/11/2004an de, li ser daxwaza heval û hogiran ji nivîskar û helbestvanan, min ev gotin di bin konê şîniya wî û herdû birayên wî de li Amûdê got:
(Wek ku tev dost û heval zanin, min û wî ji berî 15 salan ve, di warê rewşenbîriya kurdî de, bi hev re daye û standiye.. di wê navê re me gelek caran aheng, bîranîn, şevbuhêrk û kor li dar xistine û me gelekî xwe di ber tore û çanda kurdî de westandiye.. anko me gelek dijwarî, asteng û qiriktalî dîtiye û bi hev re derbas kiriye..! Tev ji bo parastin, pêşxistin û bilindkirina ziman û rewşenbîriya kurdî.. Bi sehkirina ku ew û herdû birayên xwe Zibêr û Şêro di bûyereke tirafîkê de koça dawî kirine, ez gelekî xemgîn bûm û li jiyanê û qederê vegeriyam û min ji xwe re got:
– Çima wisa qederê?!
Jiyan xweşe, careke nabe dû car.. Erê jiyan xweşe û careke nabe dû car.. Xweşbûna wê di hêvî û omîdan de ye, di dost û hevalan de ye, di asteng û dijwariyan de ye jî.. Hêvî û omîd, dost û hevalên bi rûmet, alozî û asteng; jiyan bi xwe ne. Bêyî wan, jiyan bê xwê ye, kelê ye û bê tame.. Tevî ku jiyan tijî bûyere, bi bûyeran şêrîn û tal dibe, lê dema ku qeder tê her tiştî di nav lingê xwe de diperçiqîne; çê û ne çê, erênî û neyênî, gewir û tarî.. şevê dike roj û rojê dike şev..! Qeder lerezîne, bablîsoke, qiyamete, mirine. Erê mirine, mirineke reş e..Tevî van sosretmayan, deriyekî nû di jiyana mirov de vedike.. Qeder dergehekî nû ye di jiyana mirovan de..!
Mirin jiyan e.. ku mirin nebe, jiyan cihê xwe di jiyana me de nabîne. Jiyan cihê xwe di şûna mirinê de dibîne. Her mirinek jiyaneke û her jiyanek mirineke. Lê ji bûyerên herî berz di jiyana mirovan de QEDERE. Qeder jî, bê pirs li dergehê jiyana mirovan dide û derbas dibe, çi bi dilê wî mirovî be an bê dilê wî be, çi pê kêfxweş be an pê dilreş be.. Qeder, bê pirs derbas dibe û jiyana wî mirovê ku qeder bi serê wî de hatî, diguherîne.
Sebaretî hevalê me Ferhadê Çelebî û qederê; ew şivîleka ku dabû ser û keysa xwe xweş kiribû ku têre derbas bibe, qederê ew şivîlek ji ber çavên wî winda kir û rê nedayê ku careke din bi welatiyên xwe re bigere, bi heval û hogirên xwe re bi raqise û  bi zarokên xwe re bikene..
Erê, jiyan, mirin û qeder yek terz in, yek celeb in, tev li hevalê me Ferhadê Çelebî bûn yek û ew ji ber çavên me winda kir, belê her wê navê wî di huş û wijdanê me de bimîne..
Bi vê helkeftina xemcivîn, ez bi navê xwe û navên hevalên xwe ji nivîskar û helbestvanan, sersaxiyan ji zarokên wî, xizmên wî û heval û hogirên wî re pêşkêş dikim.. Xwedê wî û herdu birayên wî bi dilovaniya xwe şad bike).

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…

Hişmend Şêxo

“Nerînek di derbarê rewşa Sûrî de”

Di sala 2011an de qeyrana Sûrî destpêkir û ji wê demê de ji ber zihniyeta rêjîmê û nepejirandina wê ji daxwazên hemû pêkhateyên gelê sûrî re di gorankarî û çaksaziyê de û li şûn sivikirina êş û azara welatiyan û dayîna azadiyên giştî…

Mislim Şêx Hesen

Bi berfirehkirina çarçoveya lêkolînên li ser dîroka Ala Kurdî, dikare were gotin ku ev sembola neteweyî di kêliyekê de derneketiye holê, lê belê di pêvajoyeke dîrokî ya dirêj de ku bi pêşketina hestên neteweyî ya Kurdî û guhartinên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye, form girtiye.

Lêkolînên…

Gulistan Resûl

Ala kurdî ala meye

ew tim navnîşana meye

keske sore sipî pêre

Rojeka zer dinîvde mohre

Tirêjin wê bîst u yekin

dîroka Newrozê dikin

Ala me alek hêjaye

di dîrokê de deng daye

rengê ala me şêrîne

mixabin dinav alan de…