Diolvan Misto: Bi hunerê civateke dagirtî ciwanî û evînî ava dibe

Hevpeyvîn û amadekirin: Idrîs Hiso
Jibo pêkanîna yek ji piroje û armancên xwe, ew tecrubeyek taybet bi hemû şêweyî dijî, jibo hest bi êş, azar û hêviyên hunermendekî bike, xwe di temenekî mezin de fêrî şêwekarî û peykertaşiyê kiriye.
“Jibo ez hest bi bandora bihna rengan û dengê mûyên firçeyên resim li ser hunermend bikim, herwiha jibo ez bi xwe li dengê ezmîr û çakûç dema ku nexşan li ser berdekî çêdikn, jibo ez cudabûna bihna xwêdana hunermendekî bikim dema dixwaze ji hişkayî û zuhabûna kevirekî ciwaniyê biafirîne, min xwe fêrî peykertaşiyê kir” hunermendê me wisa dibêje.
Dilovan Misto, xelkê bajarê Dêrika Hemko ye, ji binemaleke hejar û bi endamên xwe jî pir, bavê wî bi tenê ji yek jinê bûye xwedan çardeh zarokan, ji wan Dilovan ê hefta ye, ji ber van hokaran û hin hokarên din, ew ji dibistanê dûr dikeve, amadeyî bidawî dike, piştre jî koçberî Şama paytexta Sûriyê dibe.
Di temenê bîst salî de, di despêka sala du hezaran de, di dema ku Dilovan di ber dîwarên keleha Şamê, û li rex peykerê Selahedînê Eyûbî re derbas dibû, cihên rengan û durustkirina tabloyan û ew hunermendên ku bi rengan dilîstîn bêhtir ji her tiştî bala wî kişand, li wir dest bi alfabaya rengan kir.
Dilovan dibêje ji ber ez romanekê dinvîsim, lehngê romana min, dixwaze bi tenê ciwanî û xweşiyê li nav civatê û li cîhanê belav bike, herwiha dixwaze stûnên ku niha civat li ser avabûye û bê kêr in birûxîne û stûnên nû ji civatê re ava bike, lê wê amîr û alavên wî çi bin?
“Ayin û gelek nirxên civatê di dema niha de nikarîbû civatê ji ewqas nehametî û belayan biparêze, belê belkî bû sedema wan nehametiyan bixwe, lê tenê bi ciwanî, xweşkbûn, xoşewîstî û xêrwaziyê civatek hevgirtî bihêz û tije xweşewîtî peyda dibe, çi ji bilî hunerê bi hemû biwarên xwe bitaybet şêwekarî, peykertaşî, mûzîk û wêje dikare vê xweşkbûn û ciwaniyê bike çandek di nav civatê de??, ji ber wê pêwîstbû ez fêrî şêwekarî û peykertaşî bibim û ez bûm, lê hîna divê ez fêrî jenîna Kemanê (Viyolla) jî bibim.”
Piştî kirîz û cenga Sûriyê Dilovan Misto jî ber pêla penaberiyê dikeve û berê xwe da Herêma Kurdistanê û li kampa Gewîlanê, li devera Goran ser bi parêzgeha Duhokê ve bicihdibe, li kampê Dilovan xwedan penceyek taybet û berbiçav e.
Bi hewkarî ligel rêkxiraweke navdewletî, di wan rojên tal de, duhezar û çardeh, Dilovan dîwarên kampê bi rengan xemiland, bi dehên tabloyan li ser dîwaran neqişand, bi vê yekê rengê xemgîn û dilêş ê kampê hate guhertin û hişkatiya konkirtê bû ciwanî û rengên keskesora jiyanê.
“Dirustkirina tabloyan li ser dîwaran, bi taybet li ser dîwarên kampan, wê yekê dike ku huner here cem hemû xelkê, ne xelik werin cem hunerê, dema mirov li salonekê pêşangehekê vedike, bitenê hejmarareke xelik dikarin serdana pêşangehê bikin, herwiha pêşangeh piştî çend rojan bidawî dibe û tablo heger neyên firotin, an jî heger hatin firotin dîsa vedigerin û di nav dîwaran de dimînin, lê dema ku li ser dîwaran bin, ew jibo hemû xelkê ne, herwiha bi salan li ber çavan dimînin û dikarin ciwaniyê di nav xelkên de belav bikin.”
Dema min ji wî pirsî aya tu ne daxwaza tiştekî xeyalî dike? Got: “Na tiştê ez dixwazim zor hêsan e, bi tenê bila mirov bixwazin ji hevudin di ciwaniyê de baştir bin, bila hevudu têknedin, li bila bi destê hevudin bigrin da pêkve bifirin û hemîşe ber bi ciwaniyê ve hilkişin, amîreyên min jî jibo vê yekê, stûnên ciwaniyê, hunera şêwekarî, peykertaşî, mûzîk û wêje ne.”
Gewîlan 18.09.2021
Di Rupelanu de 22.09.2021 hatiye weşandin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...

Fewaz Ebdê

Xa xa xal xal xaltîka Ca ca ca canê, ma La la lalala lalo li mal e?
Ê ne mala minê tu Bilbil î!!!

Pêkenokeke gelêrî Kurdî ye

Bi navê Lalo hatibû naskirin, ev navê ku ji biçûkanî ve xwe lê girt û pêve zeliqî. Destpêkê zarokan…

Alan Hemo

Ew ne kezî ye hovoo
Şîşek e ew ji sorçirûska çavê jinxasan

Gurzek e ew ji simbêlê mêrxasan

Li siya pozê lehengan şîn hatiye

Bi tiliyên bavekî qehreman hatiye hûnandin

Û bi tilîliyên dayikeke dilsoz li meydanê bi cî bûye

Ew ne kezî ye hovoo

<p style="text-align:...