Gundê Kelhê û Koçerên Mîran

Konê Reş

Ne bawerim ku di dinyayê de wek ku girên dîrokî di welatê me Kurdistanê hene, gir hebin.. Nexasim Cizîra me, navbera çemê Xabûr û Dicle.. Yek ji wan girên dîrokî yên ku hej xam e, kesî nexepartiye girê (Kelhê) ye.
Di serdanekê de, bi birek ji dostên hêja û rewşenbîrên delal re, me ji Qamişlo, rêka Dêrika Deşta Hesinan girib û berê xwe da Rojava, gundê Kelhê. Piştî ku em gîhan gundê Xana Serê, me berê xwe guhert ber bi Başûr ve..

 

Em di kêleka Çiyayê Mosîsana (Qereçox), ji Rojava ve derbas bûn.. Gora Nayifê Paşê li ser kupê çiyayê Qereçox berz û bilind xuya dikir.. Bi berdewambûna meşê re, em di gundê Mêrga Mîra, Hemze Begê Şikakî, Gir Kendal û Til Xenzîr re derbasî gundê Kelhê bûn. Ev gundê ku li ser tixûbê Başûrî Kurdistanê dikeve.
  Gundê kelhê; gundekî xurû kurd in, kurdên Koçer in.. Li gundê Kelhê, min hin pirs ji kalemêrekî gund kirin, wî jî wiha bersiva min da: “Navê Gundê me Kelhê ye.. Em koçerên Mîran e.. Piraniya gundên vê herêma me Koçeran in..  Ev gundên me ne ji zûde hatine avakirin.. Ji ber ku berê em Koçer bûn, xwedî sewêl bûn, di demên berê de, me gund ava nedikirin, havînan em diçûn zozanan û zivistanê vedigeriyan germiyanan. Ev dever germiyanên me bûn.. Dema ku dinya li germiyanan gerim dibû û çêra sewalê me kêm dibû, me konê xwe radikirin û berê xwe dida zozanên li dor Gola Wanê.. Berî ku berf li zozanan bibariya, me berê xwe dida beriyê, anku vê deverî, eva ku ji çiyayê Qereçoxê destpê dike ta ku di Şingalê re derdikeve.. Ev dever tev li pêşiya me koçeran vekirîbû.. Hingî Sînor nebûn, Kurdistan yek perçe bû. Lê piştî ku sînor hatin danîn, Serxet û Bixet bi nav bûn, me jî dev ji koçeriyê berda û ev gundên tu dibînî ji xwe re ava kirin”.
Û berdewam kir û got: “Ev gundê li Başûr me, yê ku tu dibînî li Başûrî Kurdistanê dikeve, navê wî jî Kelhê ye.. Ev herdû gundên me; yê li Rojava û yê li Başûr navê xwe ji vî girê mezin yê ku em jê re dibêjin (Girê Kelhê) hatine girtin..” Û pêde çû û got: “Ew çiyayê ku berif li ser kûpê wî sipî xuya dike tu dibînî, ew çiyayê Cûdî ye û ev çiyayê li Başûrî me xuya dike çiyayê Bêxêr e.. Jixwe ev hêrikên ku li dor çiyayê Qereçoxê Mosîsana xuya dikin, em ji wan re dibêjin; Belên Bizinan”.
Dost û hevalên hêja! Va min hûn jî bi xwe re beşdarî dîtina xwe a çûna gundê Kelhê, çiyayê Qereçox, gora Nayifê Paşê û Girê Kelhê kirin û bi hêvî me ku di pêşerojê de zanayên me ji erkelojiyan vî girê Kelhê ku hêj xam e bixepêrin û dîroka me a rast bi me bidin naskirin û hûn bi xêr û ez bi selametî.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Rebhan Remedan

Piştî çend rojen kêm, 5ê Tebaxê/Augustê nêzîk dibe, ku salvegera destpêpêkirina Çepê Kurdî li Sûriyê ye. Rastiyek heye ku di dilê têkoşerên wê de cîhekî şoreşgerî yê taybet ji diyardeya çepgir re heye; çend ku Çepê Kurdî li Sûriyê di konferansa 5ê Tebaxê ya sala 1965an de ji bo Partiya…

Fewaz EBDÊ

Rûto zû ji xew şiyar bû. Berî ku rok çavên xwe ber bi rojhilat ve veke. Berî ku rûyê xwe bi ava sar an a germ bişo, û berî ku li ber derî rûne û li çenteyê xwe yê piçûk li tiştekî bigere bîne bîra wî…

Bavê Zozanê

Du roj berê 26 .08.2026 kongirê yekem yê damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Diyasporayê li bajarê Dûsseldorf a Alemanî bi navê Hejar Mûkiryanî di bin slogana -ber bi wêjeyeke Kurdistanî resen û hevçerx ve- hate lidarxistin.Û ez bi şanazî wek endam beşdar bûm.

Ev gaveke girîng e ji…

Tengezar Marînî

Silav xwendevano:

Pirr biraderan ji min pirsiyar kirin û di rêka Messenger, WhatsApp û telefonan re, çima tu li Kongirê yekem amade nebûyî?. Birastî ez şerim dikim bibêjim, piştî bêhtir 40sal î ji nivîsînê, biraderekî nenivîskar, telefona min kir û got em te weke mêvan vedixwînin Kongira xwe ya Fiderasiyona nivîskarên Kurdistan li Diaspora دیاسپۆرا….