PEYVA TAZÎ (11)

Dildar ismail

Va em hatin û peyva xwe ber dewamkin peyva zelal û nazik peyva bê sînor . hebûn çend…….? û li hev civyan bi navê civatê ,di bin perdeya girtîde , lê bawer bikin civiyan .
çend xwelî ser û bê hiş .çend zik sor û lêv beş qehf rût sukir behin….. û de rawistin hinek dikenin û hinek di axivin ,hinek dirakevin ji peyvên dûbarekirî peyvên bê çare peyvên vala peyvên ji bona peyvê ,hinek li hev dinêrin û hinek li ber hevin bi awirên dijwar û hinek ji ber hev direvin hemî li hev di civin hemî dih û çarin,,,,,, yek bê sebre û di hişê wî de bihna xwarinê difûre bihna xwarina dijwar ya hindiya ji ber weke ku dibêjê tukes nizane pêkbênê ji wî pêve û li hêviya ku civat xilas bibe çi dibe çi nabe ,bere bibe û da xwe û xatir ji zik mezino xwest û da xwe da ku xwe bigîne amadekirina wê xwarinê.ev yek ji beşê civatê ye û hinek di dilê xwe de dikelin û dibêjin îro roja meye roja xal û xwarzêye. roja şêraye roja mêraye roja welat parêziyêye û hinek cixarê ji cixarê pêdixin li benda soza ku zik mezino pêre daye ,,,,,xwelîdanik miştî gemara gemaran bûye ,û koletî li ber hev rê venake .û hinek ji ber bizinên gurî derbaskirine civatê da ku……? û hinek ji cehda anîne bi nav û deng û reng  de lê xin govendê lêxin xwelî li serê (B-M) û hinek li benda lîlandinêne û hinek li benda dawiya civatê ne ji ber riya wan dûre û mêjiyên wan nema karê bi civîne ..de werin vê dîlanê dîlan berdewame dîlana kurmancî ji uropa heya welatê me xir û cire kes na pirsê , û qet na tirse seyrane roj bi roj zik mişte.erê de bêjin awazan dil û hiş bera bi axive ji derdê bê çare…….derdê rastiyê û pîsitiyê yek derde  weha bûye  de bikin leylan bê leylan roj windaye .

  12/11/2006  Dortmund elmaniya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…