Barzanî semyanekî semboliye ji gelê kurd re

Konê Reş

   Nizanim bi vê helkeftinê çi derbarî bîranîna 28 saliya koçkirina Barzaniyê nemir de bibêjim..?! Çiko ew mezintire ji pesnê min..
   Tiştê ku ez zanim û bîr û baweriya min pê tê evin: Barzanî semyanekî semboliye ji netew û niştimaniya kurdî re, ji ramanên kurdî yên pêşverû..

Ta radeyekê ku hêjî pêdiviya me bi kesên mîna wî heye… û her û her wê hebe û wênavê wî  bimîne wek semyan ji niştimanperwerên kurdan re..
   Li ser rêbaz û pêvajoya wî a piroz û bi ronahî, wê gelê kurd karibin ji xwe re hêviyên bilind û berfireh ava bikin..
  Ew rêbaza û pêvajoya ku ji kurdan re bûye jêderek bingehîn.Tevî ez ne di wê baweriyê de me ku, rojên derbasbûyî, rojên îroyîn û pêşerojê li terazûya xwe xînin, lê sûdeya ku di rêbaz û serbureya Barzaniyê nemir de heye, gelekî giring û pêwîste ji kurdan re .. Û her wiha ez nebawerim ku mirovên kurd wê karibin pêşkevin, biserkevin û tiştekî nû ji xwe re pêkbînin bêyî rêbaza wî…
   Ma wê çi bihayê nirixandina zinarekî hebe ji çiyakî bilind wek Barzanî re..?!
Barzanî, çiyak bû ji çiyayên Kurdistanê, çiyakî bi dar û ber bû, bi çem û cobar bû, bi gelî û newal bû, çiyakî poz bilind û bi heybet û saw bû..
   Rojekê ji rojan, ev çiya ji cihê xwe nehat hejandin, ne pêşberî bahozên dijwar û ne bablîsokên gur û tund…
Wek me got Barzanî Çiyak bû û çiya namirin, Barzanî jî namire, her wê di huş û ramanên kurdan de bimîne zindî..
   Vê paşiyê ji ber mezinbûn û giringiya navê wî, di nav gelê kurd û cîhanê de, dewletek wek Amerîka ku ji mezitirîn dewletên cîhanê ye, navendek di zankoya Waşinton de damezirandiye bi navê (Melle Mustefa Barzanî), bi merema ku Barzanî yek ji wan kesaye, yên ku tev jiyana xwe di ber gelê xwe de xerckirine, ew jî mîna Nelson Mandêla, Şaril Dîgol û Corc Waşinton e…
   Belê Barzanî mezintire ku ez şabaş û pesnê wî bidim û wî binerixînim..Barzanî çiyak bû, navê wî wek navê çiyakî di nav gelê kurdistanê de hatiye belavkirin bi bilindbûn, heybet û asêbûna xwe ve..       Çendî çerx û dewran di ser vî çiyayî re derbasbin, kes nikare vî çiyayî ji cihê wî bilivîne..
   Erê Barzanî semyanekî sembolî ye ji tevî gelê kurdistanê re. Di vê bîranînê de, ez xwe temene û xûz dikim ji navê wî re û navê tev şehîdên kurdistanê re.

Qamişlo 01/03/2007

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mehmûd Badilî

Di demek herêmî û navneteweyî ya gelekî aloz de, General Mazlûm Ebdî du erkên bingehîn destnîşan dike ku wekî bernameyeke siyasî qonaxî xuya dikin, lê di bingehê de ev herdu erk encama sedsaliyekê ji xwestekên gelê Kurd li Sûriyê ne:

Yekem, bi cihkirina rêkeftineke destûrî bi hikûmeta Sûriyê ya…

Mislim Şêx Hesen – Kobanî

Ziman ne tenê amûrek ragihandinê ye di jiyana mirovan de, ew di heman demê de stûnek bingehîn e ku nasnameya kesane û neteweyî li ser wê ava dibe. Di çarçoveya lêkolînên zanistî yên civaknasî û zimannasiyê de, ziman wekî pergalekî sembolîk û semantîk tê nirxandin ku rê…

Hozan Yûsiv
 

Ev gotar bi taybetî balê dikişîne ser statuya zimanê kurdî li Sûriyê di ronahiya geşedanên siyasî yên dawî de.

Pirsek heye ku pir caran di nîqaşan de derdikeve pêş:

“Heke Kurd zimanê xwe dixwazin, çima bi erebî dinivîsin û têkiliyê dikin?”

Di nihêrîna pêşîn de, ev weku pirsgirêkek zimannasî…

Riyad el-Salih el-Husên

Weger ji Erebî

Bessam Mer’ê

 

Me her tișt heye;

Milyonek nan ji bo milyonek birsî

Milyonek ramûsan

Ji bo Milyonek evîndar

Milyonek xanî

Ji bo Milyonek derbederan

Milyonek pertûk

Ji bo Milyonek şagirt

Milyonek nivîn

Ji bo Milyonek…