Jin li nig Cegerxwîn

 Selam Darî

– Bê guman jin makdera jiyanê ye , û herwiha kaniya dilovanî û evînê ye jî , û jinan evîn li cîhaê hemî belav kirin .
Ji lewra helbestvanan , jin kirin babetek sereke di helbestên xwe de .
Û li ser rewşa wê helbest ristin , û bîr û baweriyên xwe li ser vê babetê  berçav kirin . û di toreya Kurdîde , em dikarin wek nimûne , ser nerîna helbestvanê hêja Cegerxwîn derbarî jinê rawestin .

Cegerxwîn mîna mirovekî pêşverû, ti cudabûn di navbera jin û mêrande nedidît . û doza wekheviyê di navbera wan de di kir .
Vêce Cegerxwîn beşek fereh ji dîwanên xwe , ser rewşa jinê bi helbestî rist . û ew  rewşa xirab da xuya kirin .
Û bi azadiya jinan bang dikir . û ewî di dît ku pîrek jin e , yan xuşk e yan jî yar e .
Cegerxwîn jin mîna dibistanekê di dît , û di got eger jin bi awayekî durust bête perwerde kirin , wê civateke çak peyda bi bibe .
Ji ber ku jin bi roleyeke giring   radibin , û perwerdeya zarokan di destê wan de ye , bi vê yekê di karin nifşekî xwedî bîr û bawerî , bi hestên niştimanperweriyê ewan perwerde bikin .
Lewma   xwesteka wî ya serek e ji jinan ew bû, ku bi xwînin da ku têkevin ser riya pêşveçûnêde , û nifşeke hişyar ji Kurdan re  pêk bê .
Ji hêleke dîve bi xwendinê jin dê bi ghêje serbestiyê :

Ey keçê rabe bixwîne da tu serbest her bijî
Zû ji xew tu ser hilîne bes bimîne bê mejî
Rencbera hundir tiwî tim rind û jîr û zanebe
 Bo te bêtir her divêtin xwendewarî paqijî
Wa hevalên te li her cî serbilind pêşve diçin
 Rabe serxwe ey keça Kurd serbilind bimre tu jî
 Ger bixwînî dê bidî xwendin tu ê hundir teva
 Ger nexwînî kes ji bo me êş û derda nakujî

– Helbestvanê me bi  Navtêdana jinan , marş û sirûd saz dikirin , boyî jin cihê xwe di tevgerêde bi bînin .û mil bi mil bi mêranre bi meşin . di got dakevin meydana azadiyê da ku em welatekî serbixwe ava bikin :

Ey keça Kurd nû gihame tim dixwazim pêşveçûn
Doz û daxwaza me herdem tac û ala serxwebûn
Tim divê ku em bixwînin da nemînin jar û dîl
Min nema êdî divêtin ev xeyal û qal û qîl
Paqijî karê meye seydayê hundir her emin
Dayika Guhderz û Rustim Kurdperest û dilxemin

–  Bi hatina cejna jinan cegerxwîn gelekî dilxweş dibû , û bi vê helkeftinê êş û azarên jinan ber çav dikirin . û hêz di da wan ku qeyd û zicîrên xwe bişkînin , da ku gerdenazad bi bin , û jiyaneke bextewer bijîn :

Heştê adarê roja me hilat * * cejna jinaye jinên demuqrat
Vê roja pir xweş roja dilşadî * * roja serbestî gerdenazadî
Qeydê lingê me wê rojê şikand * * ew çarika reş me girt û çirand
Em bûne wek hev tevde jin û mêr * * li me zû derket ev roj û stêr

 – Banga helbestvanê me hin caran bi hêz dihat , da ku jin bi lez xwe bigihîne asteke bilind di warê ronakbîriyêde . û gav bi gav , bi rola xweyî bingihîn di nav civatêde rabe , û mil bi mil bi mêr rebe di hemû beşên xebatê de.                                                 Bi vî awayî civata  jina nûjen pêk tê , bi bîr û bawerîne zanistî , bi hişekî taze , jineke girêdayî bi doz û daxwaziya gelê xwe ve peyda di be :

keçê rabe serî hilde , di vê çaxê weha nabî
Binêr jin çûne ezmana , heta kengî di xewda bî
Bere gundî û rencber bî , welatparêz û perwer bî
Sipî bî yan tu esmer bî , wekî fanos û finda bî
Erê şoxê erê şengê ,  bi hevre em herin cengê
Girêdayî heta kengî , bimînî dîl û wenda bî

– Xebata jinê li gel mêran bo rizgariya welêt , jinê dixe rêza azadîxwazan ,boyî vê yekê Cegerxwîn  ji jinan dixwest ku dakevin meydana şer , û bi vê gava pîroz rabin

Jinê rabe ser xwe , tu destan vemal
Tu rextan girêde li bejna delal
Di gel min were da bikin em xebat
Li ser min li ser te felata welat
Wekî min tu xweş dawer û bîrewere
Dixwazim bi hev re herin ceng û şer
Bi tektîk û bîr û bi can û bi dil
Bi hev re herin pêş hemî mil bi mil 

 – Dêmek Cegerxwîn azadiya jinan kiribû armanca xwe ya bingihîn . û dijî nerînên çewt rawesta , doza wî ew bû peydakirina jinên demuqrat , pêşveçûyî , gerdenazad  .

Da ku civakeke pêşketî ava bi be , ew civak şaristaniyek e nûjen di rojhilata navînde belav bike .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…