Piştgîrî bo Banga Rêxistinên Party beramberî Serkirdayetiya Party

Memo Cano

îro ev Bang bi riya malpera Welatê me belav bu , û ji hêla xwendevanên wê ve
hate xwendin , lewma van hevalan , tevlu ku bi derengî hat , dîse ne derenge, ji ber bi rastî ev rewş nayê qebul kirin û Party pê tê êşandin , bê goman hersê Beşên wê, ev daxwaza hemî welatparêzên Kurde û bi teybetî Endamên Party , gelo ma ne raste tiştê Dr û koma xwe dikin , ev partiya hêja berê wê dane ku û kî li duv wan e , gelo ma bi xwe na hisihin ku ev rê ya li ser dimeşin û kesekî ji Party qebul nakin , ew Kadirên ku jiyana xwe di ber Party de derbas kirine
îro hessanî Dr û koma xwe wan dur dikin , hineke din li welat û derve yi welat nîşan dikin weke Nunnerê Party , ku qet haya xwe ji Party nînin , tu cara karê rêxistinî yê Party ne kirine , berê van li ku ye , çi dixwazin û wê çi bi serbixin bê hêza rastî ya Party ku bi salan di berde xebitîne , gelo çima keda wan wilo vala herê . ji bo Dr û koma xwe bibin serdarê kê ????
Em rêxistinên Party , yên hersê Beşan gereke li vê Bangê xwedî derkevin û li ber Serkirdayetî dengê xwe bi hevre bilind bikin û daxwaza yekîtiya Party bikin , em divê bi çi buhayi Party werênin ser riya rast , wê têxin xizmeta Gelê xwe de ,her seetek derenge , lewma Ez banga xwe tevlu ya van hevalan dikim û bangî hemu Hevalên Party dikim , yên ku li mala xwe runiştine û yên ku li nav her sê beşan kardikin , bê ferq û cuda , werin em dest bidin hev, bes Partiya xwe bi destê Koledaran bihêlin , ew tenê berjewendiyên xwe di parêzin , bo me berjewendiya Gel pêwîste . Gelê me bi xêra xebata Kurdayetiye , bi vî karê qels xebat nabê , ew çidikin li benda çine ,
bese bese bese ji derdê vê Parçebûnê
bijî yekîtiya PARTY
Bijî xebata Gelê Kurd
bijî Rêbaza BARZANÎ

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

berȋ 68 salan şert, rewș û kawdanên siyasî yên derdorȇ ȗ yȇn ku gelê Kurd li Sûriya wȇ serdemȇ tȇ de jiyan di kir hiștin ku hestȇ netewȋ yȇ kurdȋ li sȗriya were vejandin, hizir ȗ bȋreweriya netewȋ di hiș ȗ ramanȇ gelȇ kurd de bilind bibe, ji ber ronȋ…

Tengezar Marînî

” Darizandin” a Kafka, ku di sala 1913an de hatiye weşandin, pirr caran wekî çîrokeke komplex û xumamî tê dîtin, ku xwêner bi gelek pirsên bêbersiv û cîh ji bo şîrovekirinê dihêle. Ev vebêjî ji ber têgihîştinên xwe yên kûr ên derûnî û nîşandana çirûskane ya têkiliyên hêzê, hestên sûcdariyê û tirsa hebûnê tê…

Rêber Hebûn

Reşzeytûn

Taybetmendiya evînê wek mijareke helbestî li cem jina helbestvan heye, yek ji wan taybetiyên diyar : tenikbûna derbirînê, ev yeka me dibe li ber kûrbûna ezmûna jiyanê û rastiya pesindana helwestên wijdanî, di çarçoveya vê pirtûkê de em dibînn ku helbestvan bêhtir azad e, çengên hestên xwe dirêj…

Qado Şêrîn

 

Dema bêrya helbestê dikim, diçim kilasîkan dixwînim.

Helbet nehemû kilasîk tên xwendin, wek dema me ya aniha. Berê jî gelek helbestvan hebûn, wek aniha, lê hindik mezin bûn û man û hey man, nimûne gelek in, lê gelek jî hema ku mirin winda bûn. Aniha jî gelek xwe dikin…