Berzo Mehmûd
Gelek peyv yan zarawe (term مصطلح) ku di zimanê Kurdî de nû baw in (nû belavbûne), bi şêweyekî çewt û nedrust têne gotin û nivîsandin, çi di civatan de, çi di tilivizyonan de, û çi li ser rûpelê govar û rojnaman de, lê ya xirab ew e ku di damûdezgehên rageyandinê de مؤسسات الإعلام derdikevê, ji ber ku piraniya milet dibihîzê, û deng dikê, xwenda û nexwenda wilo jê werdigirê. Çawe peyv tê guhê wî, wilo jî pê dipeyivê, û hîn dibê.
Beramberî vê yekê, pêwîst e zimanzanên Kurda bi karê xwe rabin û van şaşiyan rast bikin, û dezgehên rageyandinê, çi T.V. û çi rojnamegerî ji aliyê xwe ve bibine alîkar ji bo nehiştina van xwehriyan.
Nimûneyek ji van çewtiyan: peyva (aştî) ya ku bi şêweyekî çewt tê gotin û nivîsandin, ango ji dêvla bêjin (aştî) dibêjin (aşîtî), ku di rojname û govar û telifizyona de weha şaş derdikevê:
| Rast : aştî السلم peace |
| Şaş : aşîtî السلم peace |
Rastî û nerastiya peyvê çi di şêweyê morfolojî de be ji alîkî ve, û çi di wate û naverokê de be, ji alîkî dîtir ve, her şaşî ye. Bo vê yekê jî, pêwîst e em li binekoka vê peyvê bigerin û wê bibînin û diyar bikin, da ku em bi ser rastiyê ve bibin.
Em hemî dizanin ku di nav Kurmancan de, dema mirovek ji hevalekî xwe, yan ji kesekî dixeyide, yan dilmaniyek di nav wan de çêdibê, xelkin yan jî hevaline wan, herdû ciyan/aliyan tênin nik hev, û wan herdû kesên ku ji hev xeyidîne, wan li hev tênin, ango yê xeyidî haşt dikin. Di vî barî de Kurd peyva (haştkirin) bikar tênin, weku dijwateya xeyidandinê û dilmaniyê. Inca, haştkirin ew kar e ku xweşiyê û lihevhatinê navbera mirovên nelihev, peyda dike, Di vî barî de, Kurda negotiye:
Yan Emê vî xortê xeyidî aşît bikin.
lê belê dibêjin :
Emê wan haşt/aşt bikin.
dûrkirin, kurtkirin, reşkirin, xweşkirin
Peyvên wek (dûr, kurt, reş, xweş) hevalnav in, wek (haşt). Eger em paşgira (î) bêxine ser hevalnav, wek:
kurt + î = kurtî
reş + î = reşî
xweş + î = xweşî
Weha jî peyva aşt/haşt+î= haştî/aştî
Baş e, çi pêwendî navbera (haşt) (haştî) weku rexek, û (aşt) û (aştî) wek rexekî dîtir heye?
Bi serincdanê di ziman û axaftina Kurdî de, weha diyar dibe ku wekçawe (aşt) û (haşt) yek peyvin, wilo jî (aştkirin) û (haştkirin), û (aştî) û (haştî). Cudawazî navbera herdû rêjeyên (aştî) û (haştî) de, her ew e yek ji wan bi dengê (h)ê ye, û ya dîtir bi dengê (a) ye. Ev diyarde di zimanê Kurdî de pir baw e (belave), ku dibin yasayên dengsaziyê de diçê pêş, wek çawe di van nimûneyên jêrî de diyar dibe, wek:
hwe we
hasin asin
ji hev jev
tihin tîn
Piştî me (haştkirin) û (aştî) naskir, û bingeha wê li ber me xuya bû, emê herin ser peyva (aşîtî), ka gelo ev (aşîtî ) ji kû hatiye?
Peyva (aşîtî) wek nav bikar tê, û ji wan xelêkên kurdên bareşî bajarê Qamişlo re (aşîtî) dibêjin, û her ev jî rast e. Ev nav (aşîtî) ne ji zûde hatiye meydanê, ku di despêka sedê bîstan de ketiye ser zimanan de, ew jî dema ku nexweşî û pevçûn û şer di nav hin eşîrên Kurd yên bareşî Qamişlo û Ereban de çêbû û qewimî, bi dû de levhatin navbera wan de çêbû, ku ev rêkeftin bi navê (aştî) nav lê hate kirin, lê ji ber ku Ereban peyva Kurdî wek heyî baş nedizanîn bilêv bikin, lewre peyva (aştî) wek (aşîtî) الشيتية)) hate gotin, û paşê peyva (aşîtî) bû navê wan eşîrên kurd yên bareşî bajarê Qamişlo, ku ew jî îro çêl wan êl û hozên kurd dikin, wek Dorikan, û Kasika, û Hevêrika, û Hacî Silêmanî, û Dilmemikan, û hinên dîtir jî. İnca (Aşîtî) di bingeha xwe de (aştî) ye, lê di vê helkeftina dîrokî de nav di fonetîka xwe de hatiye guhartin û bû (aşîtî) ku îro bûye navê kurdên bareşî Qamişlo yan jî em dikarin sînorê wan ji pira nava bajarê Qamişlo û bi rojhilat ve diçê ta digihê Tirbespiyê û hincar sînorê dikişê ta Dêrikê, nemaze ku Kurdên Rojavayî Qamişlo, ku (Xerbî) ji wan re dibêjin, bê hûrbînî nav lêdikin, heme çi kesê ku ne bi zarê Xerbî dipeyivê jêre Aşîtî dibêjin bê ku bizanin ka tixûbê aşîta ji kûdê despê dike û li kûdê disekine, ango tixûb li nik hinekan her zar e. ew kesê ne bi zarê Xerbîkî di-axêve (aşîtî) ye.

Şîrove (0)