Dr.Ebdilmecît Şêxo
Beriya çend rojan min axivtina te, ya ku te di kongira “civaka dêmokrat” de li Amedê goti bû, di malpera “Azadiya Welat de “xwend, te pir hevokên watedar û giring anî bûn zimên; mîna “Kurd ne têrorîst in “, “tu Kurdên bi şeref şerê birayê xwe nake.”, “hêzên cîhanê ta niha ji bilî komplo, fend û fêlan li dijî gelê Kurd nakin…”, “me welatê tu kesî dagîr nekiriye”, “divê Turkiyê li Emêrîka, Sûriyê, û Îranê negere, çareserî li Turkiyê ye”, “lê hevoka ku gelek bala min ber xwe de kişand, û ez ji ber shabûnê bi girî kirim ev bû;” KURDA HERÎ TIRSONEK EZ IM, EZ JÎ JI MIRINÊ NATIRSIM”.
Erê xanim Leyla Zana! Ez li ser hemû nirînên te yên jorîn ranawestim, ji ber ku her hevokek ji wanan li nik min dibe navnîşana mijareke taybetî, derbirîn û nirînên te yên siyasî cihên pesnê ne, te siyaseta cîhanê û Rojhilata Navîn pir bi kurtî li pêş guhdarên xwe rêxistin. lê dîsan ezê vegerim ser hevoka te “KURDA HERÎ TIRSONEK EZ IM, EZ JÎ JI MIRINÊ NATIRSIM” eva gotina te tijî felsefe ye, ewa bi naveroka xwe gelek watedear e, bi pir alî ye. Te nameyeke zor giranbuha arastî du aliyan kiriye, yekem, ji dijminên Kurdistanê re û tu dixwazî di wê de ji wan re bêjî; va ye, zîndana we LEYLE ZANE netirsandî ye, gefgurên we yên rojane li dijî welatpêrz û dêmokratîxwazan , vîna LEYLA ZANE natewandîye û nikane wê bitewîne û hevgirêdana wê bi gelê xwe re sist nake. Her weha jî tu hîn ji wan re weha dibêjî; eger LEYLA ZANA ji wer e dibêje; ya herî tirsonek ez im, lê dîsan ewa ji bo welatê xwe ji mirinê jî natirse, ango LEYLE ZANE ji dagîrkerên Kurdistanê re yekser jî û ne yekser jî dibêje; yanê şer û çekên we kêşa kurdî li Kurdistanê çareser nakin, dermanê pirsgirêka me tenê aştî ye, dîyalogên dêmokrat û dadmend in. Ya duhem te nama xwe ji Kurdistaniyan re, mêr û jinan re, ji keç û lawan re şandî ye; tu bi me hemûyan re dibêjî; va ye LEYLE ZANE ewqas sal di zîndana toraniyan de raketî bû, ewqas destlata Turkan bê rûmetî li wê kiri bûn, lê dîsan ewa niha dengê xwe ji bo azadiya gelê xwe bê tirs bilind dike, yanê ewa rasterast ji gelê xwe re dibêje; hûn dibînin, çawa ” şêr, şêr e, çi jin e çi mêr e”.Yanê dîsan TU! LEYLE ZANE ! bi vê hevoka xwe ya zêrînî, bê tirs û li ber guhên wan, qehremantî û pêdarîyê di hestên Kurdperweran de diçînî û wireyên têkoşînî li nik wan bilind dikî..Vêca çawa tu Kurda herî tirsonekî ??? Ez zanim tu dixwazî ji dijminên Kurdan re weha bêjî ku “Kurdên tirsonek tunen in” ,”Kurd jî dixwazin li ser axa xwe mîna miletên din bi azadî bijîn “, ” Ewanan ji bo rûmeta welatê xwe ji mirinê re jî amede ne…”…Lê erê Xanima têkoşer, tu ne Kurda herî tirsonek î, tu şêra me yî, tu zimanê hîm û latên Kurdistanê yî, tu sîwana netewperestan î, tu lehenga zîndanan î . Eger ez çiqas di derbarê te de bêjin, dê hemû peyv û pesnên min li hember tîpek ji tîpên hevoka te ya jorîn û ya ez gelek bi girî kirim ” EZ KURDA HERÎ TIRSONEK IM Û EZ JÎ JI MIRINÊ NATIRSIM ” ji ber xwe ve şerm bikin û dê serên xwe bi rêzdarî li ber wan tîpên zêrîn re bitewînin. Li dawiyê dîsan ez dubare dikim, XAZIYA TU XÛŞKA MIN JI DÊ Û BAVÊ BA…”