Çîrok

Vexwendin

Weke tête zanîn hêzên ewlekariya leşkerî ya rêjîma Sûriyê roja 20.12.2006-ê li bajarê Heleb sekreterê Partiya Yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê girt û berve cihekî nediyar birin. Tevî hewildanên lêpirsîn û -gerînê, yên ji aliyê xizm û malbeta wî de, hîn jî cih û çarenûsa wî ji malbat û hevalên wî re ne diyar e – hêza ku ew girtî tu agahiyan li ser nade.
Lewre jî em bang li revenda kurd û kurdistanî, komele û rêxistinên kurdistanî û herkesê ku rûmet û mafên mirovî li ba nirxdar in dikin, da ku roja Duşemê, 08.01.2007, beşdarî xwepêşandana li pêş balyozxaneya sûrî ya li Stokholmê bibin û piştgiriya xwe bi xebatkar Şêx Alî û hemû girtiyên siyasî li Sûriyê re diyar bikin. Herweha ji bo daxwezkirina serbestberdana wî û hemû girtiyên bîr û ramanê yên di girtîgehên rêjîma Sûriyê de.
Azadî ji xebatkar Şêx Alî û hemû girtiyên siyasî û çalakvanên civaka sivîl re
Cihê Xwepêşandanê:    KARLA PLAN / NARVAVÄGEN
Dem:                             Roja Duşemê, 08.01.2007
Katjimêr:                       13.00
Ji bo têkiliyê:                 Tel:   0736589392
0707149673
RêxistinêN Swêdê yên:
–  Partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê
– Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê
– Partiya Demokrat a Pêşverû a Kurd li Sûriyê
– Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê
– Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê – YEKÎTÎ

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…