Hunermenda Ciwan ZOYA – Derketina min bi vî awayê xurt ji ber piştgiriya Dezgeha sema bû

Hevpeyvîn Hozan Emîn

– Em   bi xêr hatina te dikin . û di derbarê hatina te ya kurdistanê tu kare çi ji mere bêje …?

-Ez li ser daxwaza Dezgeha Sema û Vîn TV  hatime Hêrêma Kurdistanê , ji bo pêkanîna hin karên hunerî di gel Vîn Tv .
Ez dixwazim li vir destnîşan bikim ku Dezgeha sema û bi taybet rêvebirê wê Hecî Arif Remezan gelek Alîkariya min kirin ta  ez gihiştim vê Astê . ev hatina min jî bi hevkarya Sema  ye , gelek xizmet û hemîkarê hatina me wî pêk anî , û li ser sînorê Ibrahî El-xelîl jî ji aliyê wî û rêvebirê Vîn Tv de em hatin pêşwazî kirin , ez gelk şa bûm ku evqa giringî dan hatina min .
-Rola  Dezgeha Sema di ware pêşxistin û alikariyê  bi tere çiye …?  

-Bi rastî ez dibînim ku ev Derketina min bi vî awayê xurt ji ber piştgiriya Dezgeha sema ye . Dema  ez hatim vexwendin ji aliyê Dezgeha Sema li Dubey , bo beşdarî Ahenga Newroza 2007 an Li Dubey bibim  . ew Newroza Ku di bin çavdêriya Revenda Kurd li Imarata Erebî û Dezgeha Sema hat li darxistin . bi rastî beşdarbûna min di wê Ahengê de  bû sedemê geşbûna Stêra min .

-Hatina te ya Herêma Kurdistana Azad   ku yekem care te çi Hest kir …?

-Bi rastî  ez nikarim hestê xwe bînim ziman ji ber ez bi hesreta dîtina Axa kurdistana Rizgarkirî  bûm , ev xewna min bû ku ez rojekê ji rojan werim vêderê û li bajar û gundên Kurdistanê bigerim . çi Duhok ..Suleymaniyê ..yan Hewlêr , min dixwest ez bibînim û va ew xewna min bi çîh bû , niha ez li Duhokê me û ezê herim Hewlêr û suleymaniyê jî bibînim .

-We Konsertek li Bajarê Duhokê li Darxist gelo ew Konsert çawa bû ..?

-Belê min li gel Hunermend Abdulqehar Zaxoyî ew Konsert li darxist bê goman ew konsert di bin çavdêriya Vîn TV de bû .. cihê şnaziyê ye liba min û gelek kêfa min xweşkir wexta min dît ku li tevayî Kurdistanê û bi taybetî li Duhokê Cemawerê min heye û min nas dikin û bi germî pêşwaziya min dike .

-Me bihîst  ku te li gel Vîn TV girêbest imze kiriye  gelo çi xalên wê girêbestê ne …?

Belê raste min Girêbest imze kir bi Vîn TV re . û li ser Du salan emê pêkve kar bikin . û wê pirojeya me ya yekem   piştî şeş meha dest pê bike .

Ew jî Amadekirina CD ya min ya diweme ., ev CD wê hemî mesrefa wê  . Vîn TV bide û çi karê di derbarê wê de wê ew pê rabin û her weha wê çend Stran werin Hilbijartin û wê bi şêweyê Kilîpa werin Tomarkirin . ez dixwazim bêjim ku ev Girêbest li ser razîbûna me herdû aliya çêbû , pir bi hesanî û nermî û bê mercên Zehmet me li hev kir û li vir ez gelek Sipasiya rêvebirê Vîn Tv dikim rêzdar Kawa rêkanî û her weha karmendên Vîn TV bi rastî gelek Hêjane û xizmeteke Baş dikin ..

– li gora dîtina te gelo wê   Vîn TV çi li ser Televizyona Kurda Zêde bike..?

-Bi rastî wek min dît ku Vîn TV pir Alîkariya Hunermendên kurd dike û bercewendiyê hunermenda diparêze bêtir ji ya xwe . mebesta wan tenê ewe ku huner û hunermendên kurd pêş bikevin û ev jî cihê sipasiyê û destxweşyê ye .

–  Em   te sipas dikin û tu çi dixwaze di dawîya vê hevpeyvînê de bêje keremke …?

-di dawî de ez dîsa sipasiya Semakurd dikim û dîsa ez dibêjim Alîkariya min gelek kir û ez dame naskirin û navdarkirim . her weha Malpera Semakurd jî bi wê role rabû ji ber Malpera we Semakurd gelekî tê şopandin li Rojavayê Kurdistanê ( Sûrî)

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

London – Weşanên Ramînayê li Londonê ragihand ku nivîser, wergêr û rojnameger Ferîd Xelîl “Xelata Çolbirr a Zanistên Zimanê Kurdî” ya sala 2026ê di gera wê ya duyem de wergirt, piştî ku Jurîyê ew ji nav hejmarek berbijêran hilbijart.

Ferîd Xelîl ji bo xebatên wî di warê zimanê Kurdî, werger û ragihandinê…

Helbest: Rewan Oso

Kobanî, dîtina te tevdana birînan e,
Rondik ji bo lehengên te her ji çavan e…
Dema herikîna hêsiran,
Xak û asman dipirsin:
Çima digirî, Kobanî?
Çima dilê te bi xem e?
Dîsa şûr û rim li pişta te dane…
Girtiyên te sotandine…
Dîsa dilên dayikan
Bi qîrîn û fîxan e…
Kobanî… Kobanî…
Dayîka lehengan e…
Rojên tarî bê malbat, kê berçav…

Qado Şêrîn

Xwendina pirtûkan, temenê mirov dirêj dike.

Ji bo giyanê Gulîstan, Gulîstana Sobarî, belkû dereng be jî, lê ji bo xwe bixapînim ku Gulîstan zindî ye, min pêşî li “Monodrana Nisrîn“ temaşe kir(https://youtu.be/HuAdsq5lUZA?t=562 ), û di dûv re min têkist an jî pirtûka wê xwend, û ew şaş e. Pêwist…

SEÎD YÛSIF

Kurdistan têgihek cografîyê, yek perçeye ji hev cuda nabe. û hem dibe yek ji kevintirîn xak, ku mirov têde niştecî bûye, û herwiha jêder û çavkaniya şaristaniyê ye

Ji dema ku împeratoriya mîdya di sala 550 B.Z hat rûxandin ew hîna bi serxwe ve nehatîye, û ne bûye yek…