Konfransa Revenda Kurdên Rojavayê Kurdistan li Başûr.

Xebat Şakir

Revenda Kurdên Rojava di 28-29.02.2012 an de li paytexta başûrê Kurdistan li ser xwesteka serokê herema başûrê Kurdistan li hev civiya. Ev civîn bu cihê rexne û gengeşiyeke mezin di nav kurdên rojava de.
Di serî de ez dixwazim vê bêjim: ger du Kurd li hev bicivîn, bi taybetî di vê dema nazik de ya ku rojavayê Kurdistan têre derbas dibe, karekî pir û pir başe, ya din jî ger ev li hev kombûn bi arîkariya hêzeke Kurdistanî mîna Partiya Demoqrata Kurdistan be hîn baş tir dibe.
Lê li hêleke din gava hinek partî û kesayetên xwedî hêzeke girseyî yên Rojavayê Kurdistan piştguh dibin ev dibe cihê xemgîniyeke mezin û hewildanê yekîtiyê jî beravêtî dibe.

Berê jî di bin konê encûmana siyasî de piraniya van partiyan kom bûn, ka çi bi serxistin?

Li Almanya jî di bin navê komîta karê hev beş de ev partî û hîn ji wan bêhtir jî li hev kom bûn çi  bi ser xistin?

Wekî din jî di bin navê hinek koman de(Tehalûfat) gelek ji van partiya li hev civiyan û hevpeyman avakirin ka çi bi serxistin? Hîn bêhtir perçe bûn, hîn bêhtir belawela bûn. Yekîtî yan jî hevpeyman tenê di nava van hêzan û PYD ê de dikare çêdibe ji ber du îdyolociyên cûdane û du hêzên serekene, ger tenê yê ji hev veqetiyane li dora hev herin û werin ev nabe yekîtî, ger hewqas cidîbûna ji hev cuda nedibûn.

Ma gelo ev ji bilî qebhetê çiye Partiyeke mîna partiya Yekîtiya Demoqrat PYD a xwedî hêz û girsya gel pêre jî xwedî sazî û dezgeh li rojavayê Kurdistan, tenê berî konfransê bi rojekê yan dudiyan piştî lêpirsîna PYD li sedemên nevexwendinê weke mêvan were vexwendin? bera komîta amadekar bibûrîne ev tenê dibe henekpêkirin û necidiyeta wan di warê yekîtiyê de. Ev kar tenê û tenê dikeve xizmeta partîtiya teng û perçebûna hêzên rojava hîn  bêhtir û bêhtir ferh dike.

Daxweyaniya dîwana serokatiya herema Kurdistan ji bo raya giştî ya di derbarê vexwendina PYD de derket û her wiha jî ya PYD û serokê wê birêz Salih Muslim di vî warî de derket.

Her do alî jî rast dibêjin: PYD wek hêhzeke rojava ji bo konfransê nehatiye vexwendin û di nava amadekariyên konfransê de cî negirtiye, Komîta amadekar jî di ser guzlikê re wek mêvandariyeke ji rêzê li PYD neriye. PYD jî ev layîqî xwe, şehîd û gerseya xwe nedîtiye û weke serokê wê jî got çayê û qehwa wan li ba wan jî heye, hebûna wan weke mêvan tu wateyê nade konfransê, ji ber vê jî ew wek mêvan tevlî nebûn.

Aliyê din jî ji bo neyên rexne kirin berî bi durojan ji wan re gotin hûn di karin tevlî konfransê bibin lê ne weke partî wek kesayetên serbixwe yan jî weke mêvan.

Konfransekî ku tu nikaribe tevlî gengeşiyê bibe, tevlî beryaran bibe, tevlî rexneyan bibe û tevlî pêşneyazan bibe hebûna te li wir henekpêkirine û biçûk dîtina teye li wir, partiyeke mîna PYD  ji xwe tucara vê li ser xwe napejirîne û gelekî rewaye jî ku bêje: beryarên vê konfransê min temsîl nakin.

Em tev di zanin gava Kongra Stembolê wek mêvan gazî Partiyên Kurdên rojava kirin bi yek dengî gotin ev henekpêkirine, ma Kurd mêvanin li Sûrî. Ica ez vê ji komîta amadekar û van partiyan dipirsim: ma PYD û alîgerên wê li rojavayê Kurdistan Mêvanin?

Çima ji bo we edeta lê ji bo PYD qebhete?

Li gora gengeşiyên di van demê dawî de li ser konfransê ji hêla gelek kesayet û partiyan ve  hatine kirin xweya dike ku ev konfrans jî beravêtî bû mîna kongra niştimanî ya rojavayê Kurdistan.

Karê bi vî şêweyî nakevin xizmeta yekîtiya kurdan û ne ji bo doza azadiya Kurdan.

Ez bi hêvîme ku di demeke kin de ev şaşî werin ser rast kirin û hewildanên yekîtiyeke ji dil were kirin. kî pê radibe nexema ya pêwist ewe kî dikare van hêza teva bîne bahev.

Bera kes şaş ji min fam neke ku ez êrîşî  kak Meshûd û başûrê Kurdistanê dikim, ciyê wan yê taybet di koçika dilê min de heye. Mala wan ava ku bi vî karî rabûn û ji hewldaneke wiha re sînga xwe vekirin. Lê hinek ji partî û kesayetên Kurdên rojava weke hêrsa gayê îspaniya li hember sor,  ya wan jî li hember PYD û hinek kesayetên welatparêz heye. Ya ku min hêrs dike eve.

Bijî yekîtiya gelê Kurd ya ku hemî hêz, Partî û kesayetên welatparêz tê de cî bigrin.

03.02.2012 Almanya

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...