Sersaxiyên H.N.R.K.S bo malbata Mela Mistefayê Mela Îsa

Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê bi dilekî xemgîn nûçeya koça dawî ya kesayetiya welatperwer Seydayê Mela Mistefayê Mela Îsa, bihîst. Xweda sebr û aramê bixe ber dilê me û we.
Seydayê Mela Mistefa kesayetiyek niştimanperwer û Kurdistanî bû, naskirî bû, ew li gel Barzaniyê nemir bi pêşmergeyan re jiyaye û li gel wan kar û xebata niştimanperwerî kiriye. Her wisa wî li gel Dr. Nafiz Bêk, Nûredîn Zaza, Celadet Bedirxan û Mela Mihemedê Mela Reşîd û hin din gavên pêşîn ên ji bo bidestxistina mafên kurdan avêtine.

Li salên destpêka damezirandina yekemîn partî li rojavayê Kurdistanê ew bibû endamê Partiya Demuqrat li Sûriyê, ji ber wê jî gelek caran hatiye girtin û işkencekirin. Ji aliyekî din ve navekî wî yê mezin di salên 1970 yî de ji ber çalakiyên wî yên ber bi çav, hebûn.
Seydayê Mela Mistefayê Mela Îsa yê ku di şemiya 25.02.2012an de koça dawî  li Qamişlo kir, mirovekî hezkirî û têkilxweş bû, her wisa şahidê dîroka şoreş û xebata niştimanperweriyê bû.
Dubare em bi navê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê û bi navê hemû endaman sersaxiyên xwe yên germ pêşkêşî gelê kurd û malbata nemir dikin, û dibêjin: bila serê we, serê me û serê gelê kurd sax be, û ji xwedayê dilovan rica dikin ku cihê wî bihuşta rengîn be.
Xweda wî bi dilovaniya xwe şa bike.
28/02/2012
Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê
hevbend.nrks@gmail.c​om

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…