Dîdargeha girkê legê ya rewşenbîrî Şeva torevanê mezin MELA EHMEDÊ PALO li darxist.

BIRADOSTÊ MÎTANÎ
 Li bajarokê girkê legê şeva 7/5/2012/ dîdargeha girkê legê ya rewşenbîrî  şevek çandî lidarxist ser torevanê me yê hêja MELA EHMEDÊ PALO bi arîkariya kurê wî RÊZAN PALO û biriyê me ÛSIV BAVÊ EBDILWEHAB yên ji qamişlo hatin mêvantiya dîdargehê

– helbestvan BEXT REŞÊ KOÇER rêveberiya şevê kir  û bixêrhatina mêvan û mamosta RÊZAN EHMED PALO û biraderê ÛSIV û saziyên rewşenbîrî kir mîna BIZAVA CIWANÊN GIRKÊ LEGÊ û KOÇKA D.NUREDÎN ZAZA û HEVGIRTINA JINA KURD LI GIRKÊ LEGÊ û DIBISTAN Û NAVENDA PAKREWAN KAWE li girkê legê

-M.RÊZAN PALO bi ferehî axivî ser jiyan û zehmetiya nemir PALO û berhemên wî mîna_1_birîna niştimanî -2- bîr û bawerî -3- baxê evînê -4- baxê niştiman -5-civîna nemiran -6-ferhenga kurdî –tirkî -7-ferhenga kurdî –kurdî-8-ferhenga kurdî-erebî-9-pendê etar-10-rêzimanê kurdî…û piştre bersivên beşdaran didan
-ÛSIV bavê EBDILWEHAB wek cîran jêre nerînên xwe li ser nemir seydayê PALO dan ji civatêre.
– Helbestvan IZEDÎN binavê navend û dibistana kawe li girkê legê nirxek giranbuha da helbesta seyda li gor wî çend helbest jê xwendine û ji civatêre hinek ji wan xwendin.
-Helbestvan HEMDÎN got min gelek ji helbestên seydayê PALO nexwendine lê li gorî yê min xwendî ew gelek xweşin .
-Helbestvan D.ŞIYR bi kurtayî nirxdarî ser helbestên seyda kir û got wî digote seydayê CEGER XWÎN helbestên min ji yê te bêtir pêşketîne lê hingî wî karek toreyî fereh dikir lewra navdar nebû gelekî dikarekî toreyî taybet de û mirov zanê kû helbestên wî yê wî bixwebûn newek yê CEGER XWÎN bandora cizîrî lê xuyaye û dema mirov vekolîn berya deh salan bikra ser berhemên PALO ewê niha navdartir bane û wê li ser gora wî avahîka mezin hebane.
-Berêz RIDWAN got seydayê PALO jî hevbehrê kêmaya navdariya xwebû jiber wî keda xwe nedida û ez gelekî li mala wan mame û dostaniya min bi rêzan re pirbû ezanim çiqas seydayê PALO nexweşî kişand û li gorî partiya arî dikir lê divabû ew arîkarî bêtirbane.
-Ciya zana binavê hevgirtina jina kurd li girkêlegê sipasiya civatê û dîdargehê kir û piştî axavtina xwe helbesteka xwe bi kurtayî xwend.
-helbestvan BAVÊ ŞERVAN kêfxweşiya xwe diyar kir binavê dîdargehê û got xwezî me şevên halo ji gelek torevan û helbestvanan re li darxistane mîna MELA EBDILA yê HILÊLIYÊ û êdî pirsin ji mamosta rêzan PALO kirin .
-minjî(BIRADOTÊ MîTANî) binavê dîdargehê kêfxweşiya xwe diyarkir û got ev şevbiwêrk pêwîstiya wê ewe kû em torevanên xwe bidne naskirin ji kesên xwere li girkê legê û xwezî şevna din hebin helbestvan helbestên wan nirixdarî bikin û dive em li çanda xwe û berhemên torevanên  xwe bibin xwedî .
-Helbestvan RÊÇAR BOTANÎ wek endamekî dîdargeha girkê legê û ya koçka mihemed şêxo ya hunerî sipasî kir û helbesteka xwe xwend .
-Helbestvan MEHMÛD ji koçka D.Nûredîn zaza ya rewşenbîrî got gotinên helbestên PALO hişkin û piştî axavtina xwe helbesteka xwe xwend.
-Dinavre ewqas pirs dihatin kirin ji mamosta rêzan ji wan pirsan mamosta lewend got çima hun hema barê giran li partiya dikin û dibêjin arî seydayê PALO nekirine m.rêzan got em hêviyan Jiwan dikin ew pêşengê vî miletîne lewra emê gazinê xwe ji wan bikin.
Dinav bernamêre mamosta BEXT REŞÊ KOÇER gelek malikên helbestan yê hatn xwendin li ser çil rojiya nemir PALO 1991 xwendin ew helbest bi şêwekî serkeftî.
-şev bişêweyek kêfxweş û bi sûdeyek wêjeyî derbasbû û mêvanan helwesta xwe diyarkirin binixek giran ji nemir mela EHMEDÊ PALOre û jimarek baş ji rêzmana kurdî ya wî ji xwere birin ……

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Mizgîn Kenaan

Gelek caran di xebatên akademîk de yên ku li ser berhemên wêjeya klasîk tên amadekirin, navê Aleksandre Jaba derbas dibe. Bêguman kesên têkiliya wan bi wêjeya klasîk re heye, vî kesî baş nas dikin û zanin ku wî roleke giring di parastina ziman, çand, wêje û folklora Kurdî…

Mislim Şêx Hesen

 

Di dawiyên salên pênceyî yên sedsala bîstan de, yekem partiya siyasî ya Kurdî li Sûriyê hate damezrandin bi navê Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê, di 14ê Hezîranê 1957an de, bi berpirsyariya Nûredîn Zaza, da ku mafên gelê Kurd li Sûriyê biparêze û dabîn bike.

Di wê pêvajoyê…

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…