Behiya Dr. Hisên Kîkî li Berlînê

 

Roja Şemê 19.5.2012 li Bajarê Berlînê , jin , mêr , genc û porsipiyên dost û hevalên Birayê mezin  hêja Dr. Hisên ji Berlîn û Bajarên din yên Elmanya gihaştin hev û mixabinya xwe diyar kirin  û bi hevre li ser xebat û çalakiyên wî yên pîroz axivîn .
Bêgûman windakirina mirovekî wekû hêja Hisên valahîkî mezin di civata me de hişt .
Kesên beşdar hemû  nerîna wan wisa diyar dibû ko hêja Dr. Hisên ; merovekî : heval , dost , bira , welatparêz ,  niştimanperwer bû ; ji destpêka jiyana wî de ta roja koçbarkirina wî ji me de , ew tu car ne westiya û nerawestiya .
Bela serê miletê Kurd , malbata wî û dost û hevalên wi sax be .
Hezar rehmet û hezaran gul , çîçek û sosinên Kurdistanê li  giyana wînî pîroz be û cihê wi buhişta rengîn be .

Bira û hevalên birêz Dr. Hisên Kîkî  :

Adnan Kîkî     Hoşeng Sebrî     Baha Mihemed     Zinar Şêxmûs
Berlin     20.5.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Fewaz Ebdê

Were xanim!
Were!
Da ez hemû şkestinên xwe
Revecengên xwe
Di çavên te de bixwînim
Kirasê dîroka xwe jê bikim
Cugrafiya çavên xwe
Di awirên te de dorpêç bikim
Dema ez
Li çavên te dinerim û
Di kûrbûna wan de noq dibim
Bi girafêtê
Qirika Selahiddîn dixemilînim
Riha wî kurt dikim û
Li Waşintun, Mosko û Berlînê digerînim û
Geh
“Igalê” dikim stukura wî û
Wî li…

Ofîsa Civakî ya Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi êş û xemgîniyek mezin nûçeya koça dawî ya hunermend Gulîstan Tahir-Sobarî bihîst, ku şeva çûyî koça dawî kir, û mîrateyek hunerî dewlemend û bîranînên hêja giranbiha di dilê malbat, xizm, dost û heval û hezkiriyên xwe de hişt.
Xwedê jê xweş…

Bavê Zozanê
Piraniya stranên kurdî eger ne hemî bi rêk û pêk hatine ristin, xweş, hesan û sivik in,ji xwere mere li ser dev û lêvan dihelin .
Qam û qilafeta strana Kurdî tê xuyanîkirin ku ew êşa zor û giran ,tevlî kar û barê jiyana dijwar ku bi rengekî zelal û hesanî ji guhdarê…

EBDILBAQȊ ELȊ

1-Çarçoveya Erdnîgarî, Stratejîk û Dîrokî

Qamişlo li bakurê rojhilatê Komara Sûriyeya ye, li xaça 37.30 pileyan a bakur û 41.13 pileyan a rojhilat, li bilindahiya nêzîkî 450 metreyan ji asta deryayê. Sînorê wê yê bakur bi Çiyayên Torosê ve tê girêdan, tenê yek kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye û…