sersaxî

Behîname bo koçbûna nivîskar Arşevê Oskan

Êş û xemgîniyeke zor dilê me girt, dema me saloxa koçbûna hevalê xwe yê helbestvan Arşevê Oskan bihîst.

Arşevê Oskan helbestvan û nivîskarê kurd ku bêtirî ji bîst salan ve kêferatek tal û tund dikir bi mirinê re, rû li rû li hember nexweşiya pençeşêrê ya kor û bê dil, lê hevalê me Arşevê Oskan ligorî hezkirina xwe ji jiyanê re, ev kêferat ji xwe re kiribû wek şanoyekê, û bi lehengî bi rola xwe derbarî karûbarê xwe radibû, bi mirinê re dikeniya û digot: ez dizanim tu li kêleka minî, tu dixwazî min bikî mêvanê xwe..

 lê ne nuha, bihêle ez vê helbestê jî binivsînim, li cihê xwe be, divê ku ez vê romanê jî bi dawî bikim, were mirinê were bi min re bixwe û vexwe, lê divê ku tu zanibî, gelek helbest û nivîs hîna li hêviya minin.
wisa helbestvanê me, jiyana xwe dibûrand, gelekî ji jiyanê hezdikir, û ji ber vê hezkirina wî yî mezin ji jiyanê re herdem mirin ji kêferata wî vediciniqî, lê li kêleka wî dima rûniştî, ta vê rojê.. roja yekşemê 25-11-2012 li bajarê Hamborg li Almaniya, helbestvanê me lîska xwe bi dawî kir, û ji mirinê re, li ser pela mirina xwe emze kir…
Em, Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hesekê, sersaxiyê bo xwe û bo hemî nivîskar û helbestvanên kurd û bo malbata wî û miletê kurd bi tevayî dixwazin, bihuşt bo hevalê me yê nivîskar û hedan û aramî bo mal û malbata wî û miletê kurd bi tevayî.
Hesekê 27/11/2012
  Yekîtiya Nivîskarên Kurd li bajarê Hesekê

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…