Wexta tiving biaxivin

Qado Şêrîn

Wexta tiving diaxivin, helwest û gotar sernixûz dibin, û dilê dayika bêtir lê dide.

Ji gazin û vekişandina endamên E.N.K.S diyar dibe ku zewaca di navbera Pkk(pyd)  û Encûmena Niştimanî ya Kurd Li Sûriyê‘’E.N.K.S’’ dê dirêj neke, û zaroka wan a bi tenê ‘’Desteya Bilind’’dê temenekî dirêj nejî. Kiryarên ku li ser xakê dibin, rê li pêşya E.N.K.S. vedike ku istîfa bike û ji ‘’Desteya Bilind’’ vekişe, daku xwe ji şaşî û gunehên Pkk(pyd)  bêrî bike û wek sûcdar di pêşerojê de neyê dîtin.
Bila Pkk(pyd) wextekê li meydanê bi tenê bimîne, daku di bin şaşî û gunehan de bixeniqe, wê wextê wê nema karibe serê xwe rake, û kurd jî dê wê piştguh bikin. Em vê yekê dibêjin ne ku em li dijî yekîtî û hevkariya kurdan in, belê em dibêjin bila ew hevkarî ji bo bercewendiyên gelê kurd bin, ne ji bo pirojeyên veşartî û wek biratiya gur û roviyan be.
Bi gumana min, eger ‘’E.N.K.S’’ bi helwest û gotarek bilind danekeve kolana kurdî, û li ser xakê gavên erênê navêje, bila xwe hel bike baştire, daku pyd tenê li meydanê wek berpirsyar bimîne, daku çi bê serê gelê kurd tenê Pkk(pyd) sûcdar be. Ji ber ku, li gel peymana Hewlêrê hîna Pkk(pyd)  bi serhişkî wek ku divê dike. Mixabin li hevparên xwe di ‘’Desteya Bilind’’de guhdarî nake, ji ber wê ewê rastî şaşiyên mezin bê û wê nema karibe berdewam bike, wisa tê diyar kirin ku bîra siberojê nabe. Bi kiryarên xwe nerazîbûna gelê kurd dike,  ji ber nizane siyasetê bike. Mixabin ku hêza xwe tenê ji devê tivingê digre, ji ber wê ewê qet nekeve dilê kesî, û bi rûxandina rêjîmê re ewê jî birûxe.
Eger kurdên rojava yekgirtî û demuqrat bana, mebesta me li vir hêz û aliyên siyasî ne, dikarîbûn piştî serkeftina şoreşa Sûrî û bidestxistina mafan, bibûna nimûne ji bo kurdên bakur, kurdên ku tenê şoreşeke gelêrî aştiyane dikare mafên wan bistîne û wan ji lîsta terorê bêrî bike.
Li ser xakê pkk(Pyd) bi riya devê tivingê terorê li dijî kurdên perîşan û ne li dijî dijminên kurdan bikartîne. ‘’Nikare bi kerê diçe kurtên’’, bi devê tivingê diaxive û dest datîne ser her tiştî(mazot, bac, rê, desteya bilind, biryara siyasî û tiştin din.. wek nimûne). Li gel ku Pkk(pyd) dizane ku hema hema ji hemû welatên cîhanê ve ne meqbûle, lê dîsa wek xwe dike. Eger rast ji bo kurd û Kurdistanê dike bila xwe nexîne devê tivingê, lê diyare ji bo bercewendiyên xwe yên taybet dike û ne ji bo gelê kurd. Eger hat û UN, Emerîka, Europa, Asya, Afrîqya, Artêşa Azad û welatên cîranê Sûriyê bi hev re gotin: emê mafê kurdên rojava bidin eger Pkk(pyd) tune be, gelo wê çi helwest û daxwiyaniya Pkk(Pyd) be?.
Bi gumana min, partiyên me ji bo çareserkirina pirsa netewa me, bi hişmendî danûstandin bi aliyên din, bi hevparên me di Sûriyê de nekirine. ji helwest û gotar û xwestekên wan ji kurdan re diyar e ku hîna kurd nasnekirne û nepejirandine. Sedem ew e ku ku du partiyên me ji bo mafên me ne wek hev in.
Guhertin in mezin li pêşya Sûriyê ne, kurd jî ji bo wan guhertinan ne amade ne, êdî tê guman kirin ku partiyên heyî bi çûna rêjîmê re beta weta dibin. Partî bêtir bi pirsgirêkên navxweyî mijûl bûne. Ta bi Desteya Bilind jî yek ji wan pirsgirêkan e, çimkî Desteya Bilind ji bo razîkirina hin aliyan hate damezirandin û ne ji bo birêvebirina kurdan di vê wexta aloz de. Eger em şaş in, naxwe tê çi wateyê ku Pyd û partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li ser hin kursiyan ji bo kongirê 26ê cotmeha 2011an li hev nekirin, lê ser bi ser di Desteya Bilind e li hev kirin bê ku Pyd ji ‘’Pergala Hevrêz’’ veqete. Ev yek lawaziya E.N.K.S li ser xakê diyar dike.
Bi gumana min çekên pyd dê pirgirêkan jêre derxîne, ji ber çek di destê wê tenê de heye, êdî eger çûkek jî li herêmên kurdan bê kuştin, dê pyd tawabar be.
Di dema dawî de pêrgî hin kurdên bakur hatim, rêzgarkirina rojavayê Kurdistanê pîroz kirin. Ji ber ku medya Pkk bi wan daye bawer kirin ku Rojavayê Kurdistanê rêzgar bûye: Û ji ber ku gelekan ew derew bawer kirine, eger pyd li rojava têkçû dê pkk li bakur jî têk biçe.

28.08.2012

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…