Pêwîst e, serok ji kolanan bê hilbijartin ne ji perlementoyê

Konê Reş
   Bi min xweş e ku ez jî dewla xwe, di mijara hilbijartinên serokatiya herêma Kurdistanê de dakim. Ez jî kurd im û dilê min bi ser Kurdistana min ve ye, xêr û pêşketinê ji bo wê hêvî dikim…

   Di baweriya min de, divê xelkên kolanên Kurdistanê serokê herêma Kurdistanê hilbijêrên ne perlementoyê Kurdistanê.. Ji ber ku 40% ji xort û keçanên nûhatî li herêma Kurdistanê ne di partiyên siyasî de ne û da ku rêk li ber partiyên siyasî bê girtin, divê biryara hilbijartina serokê herêmê di destê cemawerên Kurdistanê de be, di destê tev xelkên kolanên Kurdistanê de be, ne tenê di destê Perlemento û rêkxistinên siyasî de be..
Di dewletên demokrat de, wek Fransa, Swêsra, Swêd ku perleman li ser bûyerekê îmze dike û ew bûyer ne bi dilê cemawer be, ew cemawer xwepêşandanan dikin û di encam de, perlementoyê wan neçar dibe ku ji biryara xwe vedigere.. Anku hêza cemawerê kolanê ji hêza endamên perlemento duristire.. Hêza cemawerê kolanên herêma Kurdistanê ji hêza endamên perlemanê Kurdistanê bi hêz û mezintire, ji ber ku cemawer, ew endamên perlemento bijartine..

   Sebaretî hilbijartinên serokê herêma Kurdistanê, pêwîste hilbijartin di kolalên gund û bajarên Kurdistanê de bibin, ne di permemento de.. Dengê keç û xortên nûhatî ji bo vê yekê gelekî gereke.. Berê me li pêş e, ne li paş e û pêş ji xortan re ye.. Çima em ê di ser dengê wan re biqevêzin..? Ji mafê wan kesên nerêkxistinî ye ku li dengê wan jî bê guhdarî kirin.. Perlemento dengê wan hilnagire..

   Werin em xwe bi xwe serokê xwe hilbijêrin û serê xwe ji kesî re neçimînin.. Ji wan kesên ku dixwazin me nema bikin.. û her dem bi hewildanin ku Kurdan bi tawanên ne durist gunehkar bikin.. Pêwîste, em ji rêbaza Kurdayetiya durist venegerin û xwe bi xwe kêşeyên xwe çareser bikin.. Em tev di cenga hebûn û nebûnê de ne.. De werin em di bin ala Kurdistanê û serokatiya serok Mesûd Barzanî de bilivin û pêşkevin.

   Kesên ku rast û durist evîndarên welatê xwe bin, bi pêşketin û serweriya welatê xwe re bin, wê hilbijartinan di kolanên Kurdistanê pêk bînin û kî dengan kom dike û dibe serokê herêmê bela ew be, em pêre û ez wî piroz dikim..

Sebaretî min, ez serokatiya Mesûd Barzanî ji bo herêmê, li gor rewşa me kurdan û halê hazir û berjewendiyên gelê Kurd û misilmaniyê; ferz dibînim, ferzek eyn dibînim ne ferzek kîfaye… Hem jî dibînim ku, wefadarî û rûmete ji pêşmergên Kurdistanê re..

   Ji niha ve ez serokatiya herêma Kurdistanê li serok Mesûd Barzanî pîroz dikin.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Gelî zarok / ciwanên delal û hêja, em wek weşanxane bi nivîskarê xwe ve, sersala we û malbata we, bi dil û can pîroz dikin!..

Xwendevanên delal û hêja, ji xwe hûn zanin ku romana dîrokî, ya bi navê Para Şêr derketîye. Niha li hemî pirtûkxane û li ser platformên înternetê ye:

<p...

Dr.Phil:Ebdilmecît Şêxo

Di hejmara sêhem de em tenê kanin sê gotaran bixwînin;1-(Şoreşa Kurd û daxwaza awtonomî bo Kurdistana nîvro(Îrqa),Soro,2-(Kurdistan û serxwebûn3-Kronolojiya nivîskarên Kurd li Kurdistana Bakur) Hemreş Reşo.

Herwisa jî di vir de (9)helbest hatine weşandin;1-(Rojî reşî şeşî Eylû) Kemal Fuad,2-(helbestek bê navnîşan)Hejar,3-(Sewaş ji Xwedê re. 4-Xwrok.5 -Axa welat) Hemreş Reşo.

<p...

Bi beşdariya hejmareke mezin ji nivîskar, rewşenbîr, akademîsyen û nûnerên partiyên Kurdistanî û sendîkayên nivîskarên Kurd ji deverên cuda yên Kurdistanê û diyasporayê, Çaremîn konferansê Nûnertiya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li Ewropa roja Şemiyê 27ê Çileyê Pêşîn “6ê Befranbar 2725” li Dusseldorf, Almanya, hate lidar xistin.

Di destpêkê de, rojnamevan Dilbrîn Şingalî bixêrhatina…

Mihemed Hemo

Ev çêroka ne tenê li ser Helbestvanekî nexwaş e, çîroka jineşêrekê ye ku bi dilovaniya xwe jiyan bi rê ve dibir û mala xwe jî kiribû hembêzek gerim ji dahûneran re, wek: Helbestvan, hunermend û ji merov dostan re. di demek ku pêwendiyên merov bi bercewendiya ve girêdayî bûn, Nazê…