Masiyên Soplaxê

Dr. Mehmûd Ebas

Rûpelek ji rojneme ya min…
Havîne, roj  li nîvro ye,  agir dibarê, erda Nisran û axa wê sincirîne, gundî di malê xwe de ne,  ji xeyirî hin zarokên wek me ên ku li ber sihe camiyê bi xara dilayizin. Deme ku  sih neme, ber çemê Soplaxê, di bin darê li ber qeraxa wê de, çihê herî xweşe ji me re. Li wir, em di karin deme xwe derbaskên, sobe bikin di Gola Xalîlo de; masiyan bigrin û li nav dara nêçîra çûkan bikin, û wa bihevre bibrêjin, li ber çem ava sar û zelal ji çavkehniyan vexwin.

Ez û birayê xwa Hemdê (Ahmdsabir) û Sebriyo û Emerê, berê xwe da qeraxa çêm, zîvirîn li dora gola Hemo, ya li taliya rêza darê kûnd, ên li ber cemê Soplaxê re rêzdibûn, berî Gola sobayê (Gola Xelîlo) ji bo girtine masiye, kî wê berî ên din cihê baştir zemtkê . Em di bin sihe daran de rûniştin, û şewkên xwe avêtin ber qûrcikê golê, û bê deng û şitexalî man,  çavên me man xar li tapoên me, demeke ne dirêj em her çar wistiyan ji rûniştinê. Hemdê got: ka em darên şewkê xwe biçkênin di ber qeraxa çêm de, û herin bikevine av de.
Roj ji nîvro derbas bû, germ zêdetir bû, çûkek li çolê xûya ne dikir. Me her çara bi qêrînî û dengê bilind bazde bi ser gola Xalîlo de, ye di rex me de, birêde me kirasên xwe ser xweve anin, li ber qeraxa golê avêtin, li dûv hev xwe avêtine avê, her demekê yek ji me diçû li şewkê xwe dimayizandin, bê go em masîkî bikrin.
Demeke dirêj derbas bû, Em birçîbûn, ji sobayê wistihan, derketin ji gola Xelîlo, hatin ber şewkên xwe. Min masîk girt, kêfe me teva hat, em lebitîn, cihê şewkên xwe gûhertin, masîkî dî girt, Sebriyo jî yek girt, Hemdê jî. Nêzîkî danê esrê, ji birçîbûnê me berê xwe de gund, vê demê sê masî di destê minde hebûn, Sebriyo masîkek, Hemdê jî yek, Emerê tiştek negirit.
Sebriyo masîkek, Hemdê jî yek, Emerê tiştek negirit.
Berî em bikevine nava gund de, Hemdê gote min, Mehmûdê masiyê xwe bide Sebriyo, û ezê jî yê xwe bidmê, çêtre, ji ber ku halo bitenê çar masî diye min ji mere çênakê, masî hindikin, bihevre wê bibne şeş, û diya Sebriyo belkî jêre çêkê. Min lê meyzand, û got çime em binêvî nakin, sisê ji Emerê re û sisê ji Sebriyo re, ez wî ketne qirke hevdû de, ne Sebriyo û ne Emerê ne axivtin, bes Emerê got ku min navin, lê ez mama li ser ye xwe; bi nêvî, Hemdê xwest li mixê, û xwest bi zorê ji min bistênê, hete Sebriyo got; ku min navin, deme wilo got, mi masiyê xwe danê, û sixêv kirine Hemdê, û got ev ne behrkirinke raste, gereke bi nêvîbibin, disa Hemdê got, ku kuro binêvî têre kesî nakin, çime ti wilo ser hişkî û fihmnakê.
Xeyidî û tengijî, min berê xwe da malê, ji ber ku Hemdê bi nêvî nekir, û Emerê vala çû malê. Bê ez ji dayike xwe bipirsim ke çi xwarin heye, ji ber ku çi xwarine kelandî wek tirşika bacane naxum, ez ketme ser nan û xûrme û dew de. Deme min xwerin xwar, pevçûne xwe jibîrkir.
Ne demke dirêj, li ber danê êvarî, Ez û havalê  xwe zarokê Nisran, dîse me bazda bi ser çêmê Soplaxê de, û li wir hin ji Zarokê  gundê Hilwe hatibûna gola Xalilo berî me, diketine avê de.
Ez nihe rojname xwe dinvîsênim, dibêjim û dipirsim, ku dih ez rastbûm, gereke Hemdê masî bi nêvîkiribe. Xwedê ez rastim yan ne?
Memo
20/7/1966
Gûndê Nisran, li ber çemê Soplaxê
Serpêhatîkeke raste ji deme zaroktiye min, bê gûhartin
Jêder: Pênûsa Nû

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…

Şivan Elwan

Kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî Ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê îro di 23ê Tebaxa 2026an de li bajarê Essenê yê Almanyayê bi serkeftî hate lidarxistin û bi dawî hat
di vê kongirê girîng de gelek endam û nûnerên Yekîtiyê beşdar bûn hin ji wan bi awayê rasterast hatin amade bûn û hinên din…