Kerkê kerbajo bes hevalê min bajo (LÎSTIKA ZAROKA)

  Luqman silêman
luqman_sileman@live.se  

ev lîstik yek ji lîstikê zaroka ye li devera Dêrika Hemko û dibê ku li deverin dîjî zarok pê dilîztin di dema wê de.
Ev lîstik di her demê salê de li nik zaroka pê dihate lîstin bê goman di dema ku zarok hîn bi lîstikê Filkilorî di lîstin çimkî îro zarokê me bi wa lîstikê Filklor yê berê nizanin…
Ev lîstin ji du beşan pêk tê.

Hijmarek taybet ji vê lîstikêre nîne yanî ta bi bîst kesa di karin ji xwere bilîzin..
Wê herdû beş bibin rêz li pey hev bisekinin lê biqasî şeş mitra wê di nav bera herdû beşan de valeyî hebê.
Wê endamê lîstikê hemî destê xwe giroverbikin û deynin pêşiya çavê xwe (wek dûrbînê) wê yek ji beşê ku li paş sekiniye herê serê xwe bidê pişta yekê ji beşê li pêş sekinî.
Dema ku wî serê xwe da pişta wî gerek ew bi meşê lê çênabê ku ew li dora xwe binêrê da ku nizanibê kiye wî dajo û wê ewê dî wî bajo ta ku hevalek wî bêjê kerkê kerbajo bes hevalê min bajo. Dema ku ev gotin hate gotin divê biseknin.
Li vir gerek yê ku serê xwe dabû pişta endamê beşê dî. nas bikê kîbû got kerkê kerbajo hes hevalê min bajo. Heger ku yê di hate ajotin naskir kîbû ew dajot wê hevalekê wî werê bi herdû lingê yê ku ew dajot bigrê û wê yê ku di meşî li ser pişta yê ku serê xwe dabû pişta wî ta ku bighin ciyê ew jê meşîbûn lê heger ku wî nizanî ew kîbû ew dajot wê serê xwe dabû pişta wî li ser pişta wî rûnê û wê hevalekê wî werê bi herdû lingê wî bigrê û wê ew li der destê xwe herê ta bighê ciyê ku jêhatîn…

 Bi vîrengî lîstik ber dewam dikê ta ku ew zarok ji  lîstikê kuh dibin….

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…

Beşîr Botanî

Çîroka Stiranê

Hunermend Alan Botan, navê wî li nasnamê Şahîn Muhsin Derwîş e. Ew nevyê Egîd Axê û Xemse Bişarê Çeto ye (Egîd û Xemse dêbavên diya wî ne). Ewî sala 1988an li Stockholmê got min:

Min stirana (Min bêriya te kiriye) li ser dapîra xwe Xemsê nivîsî û jê re…

Emel Hesen

Serok û serkêş Pêşmerge ye
Xak û weten Pêşmerge ye
Al û netew Pêşmerge ye
Sûnd û peyman Pêşmerge ye
Berz û bilind Pêşmerge ye

Rêbaza Gel Pêşmerge ye

Şoreş û milet Pêşmerge ye
Ceng û ceper Pêşmerge ye
Eylûl û Golan Pêşmerge ye
Mahabad û Koban Pêşmerge ye
Kurdistana sor Pêşmerge ye

Raperîna Gel…