Turkiye di nav xwe û rojeva navneteweyî de (Pirsa Kurdî, Rojhilata Navîn, Kafkasya, YE, YDA)

  Derwêş M. FERHO
Serokê Enstituya Kurdî ya Brukselê

Roja 25.10.2009- Saet 14.30

Ji destpêka avayiya dewleta Turkiyê de Kurd hatine înkarkirin. Siyaseta asimilasyonê û tinekirinê li ser wan hate bikaranîn. Her berxwedana Kurdan bi zilmeke mezin hate şikandin.

Gelek rêxistinên Kurd di Bakurê Kurdistan de mihawele kirin ku mafê gelê xwe bidest bixin. Mixabin, yek li duv ya din zeif ket. Dewletê zilma nedîtî li Kurdan kir. Kurd bi hev  xistin.

Di 1984 de PKK serhildaneke nuh a chekdarî da destpêkirin. Dewletê her îmkan bi kar anî ku vê serhildanê jî bide şikandin, lê bi ser ne ket. Heta niha jî şerrekî xurt heye.
Di vê navberê de Tukiye dixwaze:
bikeve nava Yekîtiya Ewropa (YE), bi Yekîtiya Dewletên Amerîka (YDA) û Îsraîl re dost bimîne, li nava Rojhilata Navîn, Kafkasê, Asya Navîn û Balkan bibe xwedî roleke mezin!
Di mehên dawîn de gelek peywendî di navbera Turkiyê, dewletên Kafkasê, Rusya, YE û YDA hatin danin. Projeyên Nabuko û Xeta Kesk hatin îmzekirin. Turkiye û Ermenîstan peymana lihevhatinê îmze kirin. Ev mijar di vê semînerê de têne axaftin û minaqeşekirin.
Hun xweş hatin!

Adres
Grundşule, Einrachtstr. 3 – 52068 Aachen

Amadekirin

Komela Kurdên Suriyê

 

Tel. 17621946433

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Welatê Me – Taybet

Zimanzan û nivîskarê Kurd Muhemed Ehmed Reşîd ragihand ku çapa duyem a berhema xwe ya ferhengî bi navê “Ferhenga Sobaro” derketiye ronahiyê. Ev ferheng, ku bi şêwazek taybet li gorî rêzbendî (serwayî/qafiyê) hatiye amadekirin, ji bo zimanzan, lêkolîner, helbestvan û hemû kesên ku bi zimanê…

Bi navê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan em heweyên hêja vedixwînin bo ahenga îmzakirina du dîwanan yên:

Mamosta HAÇIM MOSA

Mamosta HIŞYARÊ EMERÊ LE,ÎLÊ

📅 Roja Şemiyê
06.06.2026

🕓 demjimêr 16:00

<p...

Axîn Welat

Dema ku zimanek -kîjan ziman dibe bila bibe- dibe metirsî, wê çaxê helbet pirsgirêk ne di zimên bi xwe de ye, lê di dewleta ku jê ditirse de.

Li vê derê paradokseke kûr heye ku çawa ziman, ew amora herî hêsan ya ku mirov dan û stendinê…

Şukrî Şêx Nebî

ewr digrîyan..
lê..
ji keleboxa awiran dibarin..!
weke ..
kelegirî..
xwe vedigrin..
ser xewneravên şevên bêwar.. !?

zelale..zelale
zelale xîmav
çaxa xwe ..
dispêre kaxeza hîva lebatî..?
weko..
şebnem û xunavan
cawa xwe ..
ji dêmên gula pakrewana diparzênin..!

gotinên êvaran
nakevin qelşên dîwaran ..?!
de û de..
xwenan bilorîne şevê
xewn ..
dê cawa..
rastî xwenên xwe bên..!?
ku..
xîmava şevê
di parzêna hîvêda xwe neparzêne..!
û weko..
stêrkên…