BOYAXKARÊ PÊLAVAN

 

Bi şêweyekî nerm dengê diya wî dihate guhê wî.ew jî di nav nivînê xwe de bû,weke guleke nû dike vebe,li ber çavê diya xwe. Lê dema herdû çavên xwe vekirin, bi giyanekî  zarokî  bîhna mêraniyeke zûdem jê dibariya.dengkir roj baş dayê û xwe avête himbêza wê , herdû destên wêmaçîkirin

lê diya wî pir pêzehmetbû ku zû rabûye ji nav cê xwe  lê weke her caran rojeke nû dest pêdikir lewra weke ava di nav tilyan de pêwîstî bi her tiştî hebû taştê nan û xwarin ji malê re dihate xwestin Omer jî diçû dibistanê di gel xwişka Şirûq ji xweber pêdiviyên dibistanê jî hebûn.rojeke reş û reşbîn bû ,roja bavê wî ji ser xanî diket û pûç dibû ,hewil dida da ku xaniyên xwe biseyînin .piştî ev bûyer qewimî barê mal diket ser milê Omer ta ko mal û xwişk û birayê xwe ji pars û belengazyê rizgar bike û pêşeroja  xwe  bike qurban.
Îdî divê karekî bike ,şeş rojan li têştxan û çayxanan digerya û negerya bê sûdebû lê dema bê hêvî bû ji nişkade kete ramana wî pîşeya boyaxkariya pêlavan.

Bi vî awayî Omer dibe boyaxkarên pêlavan.ji ber ku karekî hêsane ,pisporî û darayî jêre navê  û ne di bindetiya çi kesî de ye.lewra bavê wî tevî pûçbûna xwe sindoqek jêre durust kir û Omer dest bi karê xwe kir mîna mêran ,daket nav bajêr rojê sê kîlometran dimeşya ji mala xwe ta ser karê xwe çimkî kirya servîsê pêre tunebû ,li berdem firoşgehan û gêrgên hikimranî radiwistya .di nav komên boyaxkaran ko li ser dostan pev diçinîn xebateke dijwar dikir . rojhilat diçû rojava vedgerya û heta nîvê şçevê ji ber ko roj bi roj cejin nêzîk dibû û gelek amedekarî jêra dihat xwestin.lê xwedyê firoşgehê lingê xwe li wî û sindoqa wî dan û pêra xeyidî wek tu bera sehekî de ji ber deryê xwe.rabû çûber deryê gêrgehekê,lê karmendekî  ji wê derê jî berdayê .piştî meşya ji nişkade çunberekê li bin guhê wî xist ,sindoqa wî kerkerî bû.lê xuda canê wî parast,vegerya mala xwe dilê bavê wî pê şewitî û di ber dilê wî da û dîsa jê re sindoqek din çêkir û berê xwe da bazarê da ku amedekarî û karûbarê cejna xwe bikin……

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Ji mêj ve, min navê Barzanî, Partî û Pêşmerge wek werîsekî ku ji sê rengan hûnandî be naskiriye û hez wî werîsî kiriye.. Di warê kurdewariyê de, min pişta xwe bi wî werîsî şidandiye.. Sebaretî hilbijartinên 2025an û lîsteya 275an, bi min xweş e bêjim ku çendî kurd xwe…

Merwan Mistefa

Îro 02.11.2025 biserperiştiya Yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd,simînarek birêkupêk li bajarê Essen li Alemaniyayê hat lidarxistin bi navê Rola Sînema dîkomêntar di tevgera gelê rizgarîxwaz de ya hêja Dr .Brahîmê Mehmûd e ku dor 3ê katjimêran dirêjkir di nav re jî filemek dîkomentar li ser serbor û…

Fewaz Ebdê

Min dît

Pezkovî

Bi pênûseke ji qiloçên xwe

û ximaveke ji toza rê

namekê li hewa dinivîse.

Demê xwe di bêrîkeke asîmên de veşartibû

Daran xwe fêrdikirin

çawa bigirîn

bêyî ku yek pelî biweşînin

Ne…

Firyal Hemîd

Berbang bû kitikên demjimêrê di bêdengiya hundir de, bilind dibûn, pêre jî ew ramanên Wek girêkeke xirboqî lihev geryayî, ji hev venedibûn.

Gerek çi bikim?

Her ji xwe dipirsî û pirs jî bê bersiv dima.

Gelo wê veger biryareke rast be?

Zarok bi cih bûne, her…