Hecî Rovî

Lazgîn Dêrûnî
Rovîkek hebû li derdora Gundekî ,demek bi ser de hat nêçîra wî kêm bû û gelekî biçî bû ,halê wî nexweş bû,Rovî fikirî wê çi bike da ku xwe ji mirinê biparêze, pîlanek hat bîra wî ,bilez rabû û berê xwe da gund ,rastî Dîkekî hat ,Dîk jêre got:xêre tu dilezînê Rovî?Rovî lê vegerand got:bêje min Hecî Rovî,Dîk got:ma tu çûyî Hecê?Rovî got na lê berê min li Hecê ye,Dîk got:ma tu min jî bi xwe re nabê Hecê?Rovî bilez lê vegerand û got:ji xwe ez li hevalekî wek te digerim ku bi min re bibê heval ,de fermo were em herin.
Rovî û Dîk dane dora hev û meşîn gihiştin ber Çemekî ,Ordekek di Çem de diçêriya dema çavên wê bi Rovî û Dîk ket ji wan pirsî gelo winê bi kû ve herin ?Rovî lê vegerand :emê herin Hecê, Ordekê got:ma win min jî bi xwe re nabin ?Rovî lê vegerand :ser sera û herdû Çavan de fermo were,Ordekê jî da dora wan û tevde meşîn ,qûnaxekê meşîn gihiştin Kewekî li ser latekê dixwend ,gava Çavê Kew bi wan ket bangî wan kir û got: we wilo daye dora hev ma winê bi kûve herin?Rovî lê vegerand :emê herin Hecê,winê herin Hecê ?Rovî lê vegerand û got :belê ezbenî emê herin Hecê,Kew got:ma win mi jî bi xwe re nabin?Rovî got :çawa em te bi xwe re nabin , de fermo were tevlî me bibe,Kew jî tevlî wan bû û meşîn, piştî qûnaxekê li wan bû şev Rovî berê wan da şikeftekê û ji wan re go: emê di vê şikeftê de îşev rawestin û razin û sibê emê dîse çûna xwe bidûmînin ,tevan got baş e ,her yek di cihê xwe de kete xewê .
Şev bû nîvê şevê bû çaxê bengdana Dîk,Dîk şiyar bû û bang da ,rovî serê xwe hilda û gote Dîk:te em ji xew şiyarkirin vê carê ezê li te bibûrim lê carek dî bawerke ezê te bikujim!lê Dîk bangdana xwe berdewam kir ,Rovî jî rabû û xwe dara Dîk û qirik lê bada ew kuşt û kete ser kelaxê wî de xwar û dîse vegeriya xewa xwe û raza,bû berê sibê çaxê xwendina Kew ,kew ji xew rabû û bû qebqeba wî û xwend ,Rovî dîsa ji xewê rabû û ji Kew re got: tejî em ji xewa sibê ya şêrîn rakirin ,raze ji tera çêtire berî ku ez te jî bi riya Dîk de bişiynim lê Kew jî wek Dîk guh ne da Rovî û xwendina xwe berdewam kir,Rovî rabû xwe dara Kew û ew kuşt û kire taştê .
Dinya bû sibih û roj derket Rovî û Ordek ji xew rabûn ,Rovî li hêncetekê di gerê da  Ordekê jî bixwê ,rabû ji Ordekê pirsî: ji bo çi qirka te kesk e?Ordekê lê vegerand û got:ji ber ku ez Seyîd im,Rovî gote Ordekê :ez ji te bawernakin heger tu secera xwe ji min re ne wîne ,Ordekê jêre got baş e,ka bi min re were da ez secera xwe nîşa te bidim ,rovî got:baş e de fermo em herin ,Ordekê da pêşiya Rovî û meşîn ,qûnaxekê çûn Tajî gerên di pêşiya wan de derketin ,Ordekê gote Rovî: ewê han secera min in ,gava çavê Rovî bi cotê Tajiyan ket qerem lê şikestin û xwest bi revê lê cotê Tajiyan lê zîvirîn û rê ji ber girtin û ew kuştin û qirik lê vezîlandin, heyfa Dîk û Kew jê hilandin û Ordek serbest kirin û çû mala xwe.
Swîsra 1.12.2016

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…