GAZIN.. GAZIN.. GAZIN!

Xalid Cemil
Mihemed
 
Dem ne dema
gazinan e! Em şerpeze ne bavo!
We em bi gazinan
şewitandin. We em bi gazinan riswa, bêhiş û gêj kirin. Hûnê herin û bên gazinan
bikin. Hûnê rabin û rûnin gazinan bikin. Hûnê bipişkin, bilikumin, bi arsimê
bikevin, têkevin tayê, bi jehrî bikevin gazinan bikin. Bes e Yaho! Bes e!
Jinbira tîyê kirîvê cîranê pismamê yekî dimire gazinê dike çima me serxeweşiya wî nekir! Bizina amojina yekî bi kuxikê dikeve gazinan dike, çima me li rewşa wê bizinê berî û piştî kuxikê nepirsiye! Kesek postekê diweşîne, gazinan dike çima me ji posta wî re nelîlandiye! Bes e bavo! Bes e! Gazinên me jî hene lê em nakin! Bes e!.
GAZIN! GAZIN! GAZIN..! Hooowwwwwweh!
https://www.facebook.com/photo.php?fbid=1163130833771997&set=a.119186688166422.30066.100002252748818&type=3&theater

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…