Rojnameya dimuqrati *Û aniha, riya baştirîn çiye ku em li hember van siyasetên şovînî bi sekinin?
Hêjayî gotinê ye ku tevgera kurd ji demeke dirêj de baweriya xwe bi xebata siyasî a aştiyane aniye, ku ew şêwe baştirîn rê ye jibo xebatê li sûrya, û bi hevgirtina hemû hêzên tevgerê bi hev re.
ya dîtir bi hêzên netewperwer re di nava sûryê de, ew kesên ku îro ro gihiştinê wê yekê, ku divê bi êşa miletê kurd re bi sekinin û daxwazê dikin ji bona bidestxistina mafê kurd û çareserkinek dîmoqrat jêre bê dîtin, û ev hevgirtin gavin baş di vî warî de hatine avêtin
Eve baştirîn şêwa xebatê ji bona tevgera kurd, a ku berî çend salan ber bi pêş de çûye di vî warî de, dema ku gihiştin nerîneke hevbeş ya ( Hevbendî- Enî), û çêbûna (ragihandina dîmeşq), û kêmbûna nakokiyê di nava aliyên tevgera kurd de.îro jî aliyên sereke di nava tevgera kurd de,ku biryarê bistînin,û li gorî wan pêşveçûnan kar bikin bi hêzên netewî û dîmoqrat re, wê karibin roleke xurt li hemberî van siyasetên şovînî bi lîzin , û wiha kar bikin ji bo guhertineke dîmoqratî û aştiyane ji gelek astengiyan re bibînin, da karibin xizmetê ji welatê xwe re bikin, û zulm û zordariyê ji ser millet rakin .
—–
* Rojnameke mehaneye Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurd li Sûriya belavdike

Şîrove (0)