Çîrok

TOLHILDANA DIL

Demhat Dêrikî

“Bese!..ev gotinên te li sûka bazirganên pez bê pere ne.Xelk ji wan gotinan diwerimin,gêj dibin,jehrî dikevin û diverişin”

Diaxifî û her du çavên wî wek bizotên êgir lêhatibûn û mirov digot qey agir ji wan dipeşe!

“Keçê!min hemû hezkirina xwe d ate û dema tu xuya nedikirî,cîhan li min dibû tofana Nûh!..Min şev û roj bi diranên xwe yê bê aram dikirin kirte kirt û ji dengê kirtînê cîran dibezîn hawara min.”
“Min çi ne gotiye,tenê min got,ez li ser riya xwe tu li ser riya xwe.”

“Çi!?Ma nayê bîra te,ez li bin barana sibata dîn li serê kolana ku bi agirê evîndaran şewitî li benda te dimam û piştî êrîşa sire du-sê roj dirêjkirî dimam û pakêtên çixaran ji ber min bazdidan û bi dengê kuxika ji kûrahiya şikefta min derdiket,bijîşk dihat…Hey bê bext!ji bo xatirê her du çavên te yê ku niha awirên mar û dûpişkan vedidin,gelek bejin sipîndar,gelek pêsîrzozan ji min dûr ketin û di kolanên biyaniyê de winda bûn.Hey yezdan!ji xwe qet ji bîra min naçe ku jibo wan her du lêvên te yê wek du petatên kurmî,bi dehê caran  dilê dê û bavê min bûne parçe parçe û niha her parçek ji wan werîsê sêdarê jibo min amade kirine.Tu jî niha hatî dibêje;pardun,li min bibore êdî ez nikarim hezkirina te berdewam bikim,bila ew bîranînên min û te di pirtûka serpêhatiyan de bimînin.Keçê!ez di di pirtûka serpêhatiyên bê bext de b…ma serpêhatî man!?Ne ez wek çiyayê agirî bilind bûm,niha bûme wek kendalekî xwelîser û marmarok û cirdên çolan hestên min di nava xwe de kirine gog(tal,tip)û li ser canê min yê bûyî,dileyîzin.Hawar,ez bi çolan bikevim?”

Ahîn sere xwe nizim kiribû û rondik bûbûn hevalê wê nizim kirinê.Lê Dilbirîn serê wê rakir û bi dengek bilind qîrî

“Beseeee!hew van rondikên timsahan bibarîne.Ne xezeb ji te dibare û xezeba te bûye zebaniyê kuştina dilê min .Keçê ma te çi zû soza me jibîr kir?

“Bê dengî”

“Lêvsora min, çima tu bê dengî(!?).Lê nexeme,bila dilê min jî li welatê ku evîn lê tê firotin bibe rêwî.Ji ber ku her qolincek zayîna evîneke nû ye..”

“Dilbirîn,li min bibore,ez evîna te me…”

“Derew!derewçînê ev bû çend car…?Lê biçe evan gotinên xwe bifroşe xortekî din ku kakilê evîna te ya bêhn pêketî nasneke,da di kolana sêvên te yê tirş de maya derewîn serxweş bibe.Çara nema ,êdî wêneya te di bin lingê min de dike xişe xiş û navê te wek taviya biharê hat û çû…here bê bext,here ezê tûrikê xwe yê dagirtî ji peyvên bihuştî bidim pişta xwe û li evîneke sipî ku navê bê bextiyê nasnake bigerim,da çîroka tolhildana dil dubare nebe.

demhatderiki@hotmail.com

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…