Konê Reş
Berî dor heftiyekê, di roja 18/7/2022an de, li ser daxwaza birêz Bernard Kouchner wezîrê derve yê hikûmeta Fransî a berê û şanda pê re ku, ji du siyasetmedarên Fransî pêk dihat, dîdarek xweş bi birek nivîskar û rewşenbîrên kurd re li navenda HRRKê a Qamişlo pêk hat.. Piştî ku birêz Xalid Îssa ew bi me dane naskirin û her yekî ji wan gotinek got, birêz Bernard Kouchner xwest ku fikir, daxwaz û nerênên me wek nivîskarên kurd, di vê rewşa ku em li Sûriyê û Rojava tê re derbas dibin, nas bike.. Kêfxweş bûm ku gotina pêşî dane min. Min jî ev gotina xwe bi kurtbûn ji wan re got:
“Hawar dengê zanînê ye, zanîn xwemnasîne, xwemnasîn ji me re riya felat û xweşiyê vedike. Her kesê ko xwe nas bike, dikare xwe bide naskirin..”. Hawara wî bi tîpên latînî, qêrîn û gaziya kurdan bû.. da ku kurd zimanê xwe biparêzin, pê xeber bidin û his û hestên xwe pê bînin der.
Birêz Bernard Kouchner! Em jî roja îro, li felet û xweşiyê xwe digerin.. Em jî dixwazin xwe nas bikin û xwe ji miletên dinyayê re bi zimanê xwe, xwe bidin naskirin..
Belê ezbenî! Ji encamê wê destûrdana we ku kovara Hawarê bi alfabeya latînî li Şamê bê weşandin, roja îro, em kurdên Rojava, bi alfabeya latînî dinivîsînin.. êdî nema em zanin kurdiya xwe bi tîpên Aramî binivîsînin.. Herwiha bi dehan enstîtut, kovar û rojname li seranserî Kurdistanê û sirgûnê bi wê alfabeyê têne weşandin.. Nexasim ku ji dor 10 salan ve dibistanên bi zimanê kurdî li Rojava hatine vekirin, keç û xortên me di wan dibistanan de bi zimanê xwe û alfabeya latînî dixwînin.. Ez jî wek nivîskarekî kurd ji Rojava, li gor vê kirîza ku Rojava û Sûriye bi tevayî tê re derbas dibe, di rêka we re ji hikûmeta Fransî hêvî dikim, ya ku bi şoreşa 1789an navdare di dinyayê de, ku alîkar be bi me re û me bi van her du xalan biparêze: yek; ku em di gund û bajarên xwe de, li ser xaka bav û kalên xwe bi aramî û selametî bijîn, dudo; zimanê me bibe duyemîn ziman di destûrê dewleta Sûriya nû de..).
Û di dawiya goina xwe de, min ev pirtûkên xwe diyarî wî kirin:
1 – Dîroka Qamişlo: Lêkolînek berfireh e, 375 rûpel e.
2 – Jiyana Rewşenbîrî bi Zimanê Kurdî li Cizîrê û Serboriya Min: 210 rûpel e.

Şîrove (0)