Koça dawî ya Nivîskar Mihemedê Seyid Husên

Îro êvarî, li bajarê qamişlo , dilê nivîskarê mezin Mihemedê Seyid Husên rawestiy, piştî ko demeke dirêj bi êşa vîrosa Korona re bûrand, wî bi karê nivîsandinê, bi gelek berhemên xwe ên çapkirî, ko di van bîst salên dawî de hatibûn belavkirin, pirtûkxaneyek zengîn li dû xwe hiştiye, ew berhemên wî ko bi zimanê Kurdî nivîsandibûn, ew weke nivîskarekî jêhatî dabûn xuyakirin, ji ber ko zimanê wî yê nivîsandinê xurt bû, ferhenga wî berfireh bû, rewşenbîriya wî kûr û têr û tije bû …
Koça dawî ya dostê me Mihemedê Seyid Husên, ji bo me, ziyaneke mezin bû, me di rojnameya Pênûsa Nû de, dosiyek bi zimanê Kurdî û Erebî, li ser ezmûna wî ya nivîsandinê belavkiribû, mane ew yek ji rewşenbîrên me ên xwedî nêrîna kûr û mêrane bû, û herdem rastgo bû …
Bi xatirê te bavê Reşîd…
Bera serê malbata te, mal û merivên te, dost û hezkiriyên te xweş bin…

Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên kurd li Sûriye
11.02.2022 .

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Piştî ku em bi navê Nûneratiya ENKS li Ewropa beşdarî Kongreya yekem ya zimanê kurdî li Elmaniya , ya ku roja Şemiyê 27.06.2026 li bajarê Düsseldorf hate lidarxistin, me peyameke pîrozbahiyê arasteyî kongreyê kir.

Di heman demê de me nûçeyek li ser vê bûyerê bi zimanê kurdî û erebî belav…

Bi vexwendina Yekîtiya Revenda Kurdî, Nûneratiya Ewrûpayê ya Encumena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê, beşdarî karûbarên Kongreya Yekem a Federal a Zimanê Kurdî bû. Di kongreyê de komek ji akademîsyen, lêkolîner, siyasetmedar û nûnerên saziyên perwerdeyî yên kurdî beşdar bûn. Armanca vê kongreyê xurtkirina hewildanên parastina zimanê kurdî û parastina nasnameya çandî ya…

Dr. Mehmûd Abbas

Çima têkoşîna Kurdî hewceyê nûnasandinê ye?

Di dirêjahiya zêdetir ji sed salan de، gelê Kurd yek ji dirêjtirîn rêyên têkoşîna ramyarî li Rojhilata Navîn derbas kir. Ji piştî hilweşîna desthilata Osmanî، û dabeşbûna Kurdistanê di navbera çar welatên herêmî de، tevgera Kurdî ket rêyeke dirêj a berxwedana ramyarî û…

Rabhan Ramadan

Ji dilekî ku kûta bîna xwe diyarî Kurd û Kurdistanê kiriye, û ji lîstika hestên ku tije keser û evîn in, dîwana “Warê Rojê” ya helbestvan mamoste Sîmko Botanî tê; da ku ji me re helbestên ku bi şêwazekî wêjeyî yê bilind, şirîn û helbestkî hatine hûnandin, pêşkêş bike. Ew…