Rojbûna serwerê kurdan

Gotina YNRKS ku hate xwendin ji layê bavê Zozanê ve, di ahenga rojbûa serwerê doza gelê kurd Mela Mistefa Barzanî ku rêxistina Elmaniya ya partiya dêmuqrata Kurdistan- Sûriya di roja 13.03.2022 li bajarê Essen ê en aheng li darxist.

Mêvanên hêja  amedebûyên  berêz:
Bi navê yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriya em vê roja pîroz li xwe û we tevan pîroz dikin.
Roja çêbûna damezerê partî dêmuqratî Kurdistan- Iraq
Roja çêbûna serok artêşa komara Mihabad.

Roja çêbûna endezyarê aştiyê bi Bexdê re ku di sala 1970 ê de rêkeftina 11ê avdarê wek destkefteke giring bû,ji berhemên şoreşa eylûnê ku mafê Otonomî bo gelê Kurdistanê hate çespandin.

 

Hevalên xuşewist:
Hêjaye gotinê ku em bêjin ku navê  Mela Mistefa Barzanî bi giriftara miletê Kurde hatiya girêdan ku hemî salên jiyana xwe terxan kirin ji bo xizmet û bergêriya mafê rewa yê miletê Kurd wisa jî qurbaniyên giranbiha danîn bo kurd û Kurdistanê, lome jî di dirêjiya 43 ê salan de ma û wê bimîne di wijdanê gelê kurd e, ku bi rastî tevahiya miletê kurd  û em jî we yekîtiya giştî ya nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriya, wek bavê netewa kurd em Mela Mistefa Barzanî di her çar parçê Kurdistenê de ,di bînin.

Hevalên hêja :
Nemir Mela Mistefa Barzanî jiyana xwe ya afsane di şerde qedand,lê timî digot em ne şerê miletê biyan dikin, em ne şerê miletê Ereb dikin, em neşerê netewa wan dikin , em şerê deselat û ferweriyan dikin, ji ber milet  dimîne,deselat diçe.

Mêvanên bi rûmet:
Çilo em spasiya partî dêmuqratî Kurdistan-Sûriya dikin bo vê bîranînê vê ahengê wisa jî em spasiya xwedê dikin ku ev tovê cangorî,tekoşer ji hev ne qetand, ku tiştê herî balkêş û ber bi çav ,serokê hêja Mesûdê Barzanî rêça bav û kalê xwe di şopêne, rêça rûmetê,rêça avakirina dewletê loma îro herêma Kurdistan-başûrî Kurdistan- bûye wek nimûneyekê di rêveçûn û avakirinê de ku bûye qûbletgeha hemî serokên cîhanê.

Hevalên jêja:
Dive em ji bîr nekin ku roja 25 rezbera 2017an rojeke dîrokiye di xebata tevgera azadîxwaza nûjen de,ku ji sedî 92 an rêfrandom erêkirin,ev bi xwe ancax serokek bi meznaya Mesûdê Barzanî karibe pê rabe.
Ji bo bûyerên şevê dî 12.03.2022  ku Îraniyan bi 12 mûşekên palistî hêrîşî Hewlêra paytexe kirin,serok Mesûd Barzanî got wê Hewlêr bimîne keleha pêdariyê pêşberî Holakiyên nuh.

Bêguman hêrîş tevlî acandeyên wanî gemarî metirsîdar,nameyeke  bo vîna gelê Kurd lê bi saya pend û şarazîya serok Mesûdê Barzanî, hêmen û hedana hewlêra berz û bala her û her wê bimîne  weka dara Biyê ti  ba û bahoz nikare wê bi livîne , wisa jî hemî pêlanên dijmin li bin sîka wê darê wê bêne herfandin, vîna evînû azadiyê wê bi serkevê,ala aştiyê her wê bimîne bilind li ser ezmanê Hewlêra bejin rîhan

Serbilindî bo pêşmergan
Silav bo vê roja pîroz,silav bo komîta amedekar,silavên herî gerim bo mêvanan, bo beşdaran.
YNRKS 13.03.2022
Bavê Zozanê.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…