Çi bihuşte !?


Alan Hemo

Wek ku sînga min
Tijî gul bin
Her ku henasekê dikşînim
Çûkek difire

Wek ku çavên min çirax bin
Di kurahiya deriya tariyê de
Dinavbera awir û awirê de
Periyê perwanekê biçirûse

Wek ku dilê min quntara çiyakî be
Li tehtibejeke xalî
Guvîna bayê xerbî
Li bin baskê balindeyekî keve

Wek ku bîranînên min giravek be
Li nav zirpêlan û bablîsokan de
Pêwendîwendayî be
Pirrek mermerî peyda be

Wek her tiştên evîndar nabînin
Lê wan dilerizîne
Diguvêşe
Dilopên li şopê
Min dighînin bihuştê
Dîsa li pirsê vedwerqilim
Gelo…
Ti çi bihuşte !?

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Eymen Bekir

 

Dirbêsiyê،
ji roja ku tu çûyî
şev li dilê min dirêj bû.
Çirayên hêvî bi yek yek
li nava sînga min vemirîn.

Ez li her derê te digerim،
li dengê bayê، li bîhna baranê،
lê tu nayê،
û navê te li ser dilê min
wek birînek nû dimeşî.

Çavên te
di xewnên min de têne
û her car
ez…

Dr.phil.Ebdilmecît Şêxo

Di hejmara duhem de em dikarin van gotarên kêrhatî û hin helbestên niştimanperwerî bi pênûsên cuda bixwînin:1-(Erke pîrozekanî Hêviya Welêt)Kamal Fuad.2-(Bi hatina cejna Newrozê)Desteya Kovarê.3-(Bîreweriya cejna Newrozê) ji (Dengê Kurd),hejmar (8) hatiye wergirtin.

4-(Newroz be xoş hatî,wê her bê rojî serxwebûn!!!) Şivan .5-(Perîşanî) Soro.6-(Nexweşiya me xweşiya neyaran e )Hemreş…

Bavê Zozanê

Berya çend salan gotarek li ser hostatiya avakirin û şûngirtina peyvê di helbesta melayê Cizîrî de min nivîsand wek têgeh yan têrma Yarim min bikaranî ku yarim ew kelpîçê zirave ku dîwêr bivehve dihûne yan jî girê dide,babet ne di gotin yan di peyvê de ye bi qasî di cihê…

Can Yûsif*

“Çavkaniyeke ji tîpên bedew, û buxçeyek ji wateyên pîroz”

Helbestvan û nivîskarên jin ên Kurd di serdema ku peyv bi sînor bû û tîp qedexe bû wan roleke pêşeng lîstin, pênûsên xwe kirin xetereyên hişyarî û berxwedanê, tîpên xwe kirin bin xizmeta gelê xwe û doza wî de û…