Dr. Xelîl Omar
Payîz hat û pê re cilên belengazan qetiya û bû wexta kelandina danuwan û raxistina pastêq û mewîjan..bû wexta icacok û hilfirandina qirş û qalan..bû wexta berdana bexçe û mixtiyan û bû wexta seyandina xaniyan.
– Law Ezîzo, qey divê ez ji ber Qaso ji gund barkim?! ..Çêleka xwe berra ser cêza genimê min dide, mirîşkên wî her roj di hewşa me de ne, kûçikê wî bi zarokên me digre! ..Eger ji amê xwe re, te ew alpozan kiriba; minê orta herdû çavên te maçîkiriba! Hanî gilî û gazinên xwe, bi biraziyê xwe kir.
..Qaso, mirovekî kal e, dûrîşer e, mêş jê na êş e û pênc wext diçe mizgeftê. lê mêrik eşkere zikê nade û dibêje “xêratî ela benat û ji bo wilo jî hinek dibêjin, têkiliyên wî bi kemûnistan re heye û herhavîn ew bêşê dide wan
– Evaya nîna ye, hîna tirnîna bi şûnde ye, ez ji …-ê te bim, ko rojeke din apê min gazinekê ji alî te de bike yan ez bibihîzim, ko dîsan siwarên piskilêtan li cem te bûne mêvan! Ezîz gef li mêrikê “sor” xwar û mifte li pîkaba şifirlê xist û pêxwasên wî bi hev re xwe avêtin paşiyê.
– Xwedê mirov biparêze ji ya, ko hayê wî jê nebe! Qaso got û pişta xwe sipart bendê û destê xwe bi birînên serê xwe xist.
– Gurê har bi wan bigre, devê wan li kevirên reş keve, bibin weke peza qurbanê! Xanimê nifir li wan kir û hibriya xwe vekir û li dora serê biîndar gerand.
————————————-
¹ Bera xêra min ji keçên min re bin.

Şîrove (0)