BAVÊ SÎNAN

Dr. Xelîl Omar

Dengê reyandina Tûjo ji hewşa başûr hat û pê re dengê Eliyê Keleş hat:
– Malê, ma qey kesek tuneye, ko vî kûçikî ji min raqetîne?
– Tîdî mîrato, ma tu bavê Sînan nasnakî? Nofê ji hundur derket û bi kûçik re xeyidî.
– Ev ne kûçik e, ev gurê har e, nahêle ko rêwî bi rêwîtiya xwe di vir re derbasbe! Bavê Sînan bi nerazîbûn got û hey bi gopêl kûçik ji xwe diqewrîne.
– Fermo kirîbo, wextî Hecî ji êş bê, fermo derbasbe, serçavên xwe bişo û firreke ava cemidî vexue! ..Xêre, vê qiyalê, tu ketiye rê? Kevaniya malê ji bavê Sînan pirsî û kurtêlkeke nan avêt ber Tûjo.

– Mane îro xuya malê ji min tê xwestin! ..Sînan pîreka xwe biriye Şamê ser  textor û Xwedêda jî li Şingalê ma, qey kirîba te Zeko nedihat dikanê? Elî sedema “vîzîta” xwe da xuyakirin û bi serê gopêl deriyê odekê vekir û nêzîkî pencerê xwe berra erdê da û pişta xwe sipart dîwêr.
– Bi serê Seydo û bi serê Sînan, doh bû Hecî qala te dikir û digot: gelo xêr e, nema bavê Sînan xuyadike? Gelo ne nexweş be? Erê bi Xwedê tu ji bîra wî nediçû? Nofê dostanî û başbûna mêrê xwe ji kirîb re da xuyakirin û bi sûnd û zorê kulav li bin raxist û Cemîla jî, ji alî xwe de misîn û legan li ber bavê Sînan danî.
– Mane vê demê ez çûbûm Şingalê! ..Li wêderê dinya xerabûye! ..Elî xwest hinekî li ser Şingalê bipeyive; lê Nofê gelekî jê re nevalabû û bê “pardon” ji odekê derket û berê xwe da pînê.
*  *  *
– Tu ji min re nabêjî li Şingalê çi rewşa xelkên me bû? Dibêjin li wêderê hikûmeta Îraqê bi darê zorê Kurdan koçber dikin? Hecî yê ko nuh ji êş hatiye, ji bavê Sînan pirsî û cê xwe li himberî wî çêkir.
– Erê bi Xwedê; “be””””sî” li wan bûne agirê sor! Xortan digrin û wan nebedî dikin, xaniyan wêrandikin û bi erdê re rastdikin, terş û malên wan talan dikin û li şûna wan, ereban bi cî û war dikin! ..Ji xwe li aliyê Soran û Behdînan bi topên napalm wan topbarandikin û gelek gund û bajarok li
wêderê şewitandin û xelkên navçê  koçberkirin!  Bavê Sînan rewşa başûrê Kurdistanê ji kirîb re şîrovekir û bi kerb qûncika çigarê ji nav tiliyên xwe avêt ber devê derî.
–Xwedê ji wan re nehêle, ne li vê dinyê û ne li wê dinyê! ..Lê guh medê birako; giya dibin keviran de namîne! Hecî li kirîb vegerand û destê xwe avêt  tasa vala û bankir:
– Ma hûn li ku ne lawo, ma hûn ketine kîjan qulê? ..Mirov li vî hundurî ji tîna bişeniqe, kesek tuneye ko firreke av jê re bîne û tasa vala ji dest xwe virvirand.
– Ez dibjêm hîna tu û xalê xwe nelihevin? Bavê Sînan ji kirîb pirsî û kir ko hayê wî ji tiştekî tuneye.
– Lihevhatina çi ciwamêr! ..Mêrik nayê ber tu rayê û weke ko tu dizanî; em jî ji mafên xwe danakevin û ka vî kerî di vî buhurrî re derbaske! Hecî Kermo doza bêçareser danî ber destê kirîb.
– Tu ji min re nabêjî: gelo lawê Ferso hîna wî beranî difroşe? Bavê Sînan ji Hecî pirsî û xwest mijara gotinê biguhere.
– Haylo tu hîna li berên dipirsî! ..Lawê Ferso ji berî mehekê de, ew kire mûlid û li ser ruhê diya xwe da! Aqilê min ew beran nexweşbû! Hecî pîjikek di ber bazara wan î kevin de rakir.
– Baş bû gidî, ko em ne weritîn û me nekirrî! Mêrikê êzidî bi tirs got û guhukê destmala xwe bi iniya xwe xist.
– Hesîna! ..Cemîla! ..Kî ji we, li wêderê ye lawo! ..Ecele çayeke bi darçîn ji kirîbê xwe re çêkin û bera diya we jî jibîrneke ko firavîneke dujîn ji me re amadenbike! Hecî Kermo bi dengekî bilind bankir kufletê malê û rahişt misînê sor û çû destmêja nîro bigre.

>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>>

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

EBDILBAQȊ ELȊ

Kurd li Sûriya ne pêleke awarte ya penaberan an jî komeke li ser sînorên welat ku ji nişka ve ketine hundir, lê ew bûbûn -û hîn jî- beşekî resen ya tevna civakî û erdnîgarî ku bi sedsalan berî damezrandina dewleta Sûrî ya nûjen hatibû avakirin. Û ew ne mêvanên demkî…

Tewfîq Sînan

Di hemû cîhanê de kêşe, alozî û astengî di derbarê standardkirina zimanekî zelal û resen hebû û bi hezara pozberî di evî derbarî de peyda dibû, ji ber ku zimanekî zelal bi tena xwe tune ye û ew jî ji sedema ku pêkvejiyanî jîwera heyî bû û heta dema niha…

Mihemed Ebdê

Ehmed im..

Şervan im, pêşmergeyê xaka xwe me

Pakrewan im canfidayê rojava me

Ji başûr im, li Qamişlo roja şer de, ez heme

Qurbana xakê bim ji mirinê re ez amede me

Kurd im, ji Kerkûkê îro hawar û berxwedan e

Berê Barzanî gotiye:…

Mihemed Ebdê

Kê gotiye dil ji evînê tenê re dijene?

Payebûn ji kesên mezin tenê re ye!

Kê gotiye ku nav û dengê serkirde, û serokan tenê di dîrokê de tê nivîsandin?

Kê gotiye…

Berxwedan ji şervan û pêşmergeyan di qadên şer de tenê bi çekan tê xuyakirin..

<p...