sersaxî

Serxweşî û Sersaxî

 

Bavê Zozanê

Îro 9.12.2017 li komela Hêlîn li Essen ê û bi alîkariya malbata nemir .

Yekîtya Nivîskar û Rojnemevanên Kurd bi erkê sersaxiya helbestvanê hêja nemir Xelil Mihemed Elî Sasûnî rabû.

Li dora katjimêr 13.30 nivîskar Bavê Zozanê dest bi vekirina sersaxiyê kir, pêşê wek xuleyek bê deng rewşenbîr û siyasetmedar û hemî beşdarar û mêvanên delal li ser giyanê nemir Xelîlê Sasûnî  wisa jî li ser giyanê hemî nemirên Kurdistanê rawestiyan.

Ûwek urf û adetên dinyayê Bavê Zozanê sersaxiya malbatê kir û got ku bere serê malbatê û yê hemî xwedî, nas û mirov wisa jî dost û hevalên wî saxbin, xwedê û pêxember jê xweşbin ,cihê wî bihişta rengînbe.

kurte jiyana parêzer û helbestvan Xelîl ê Sasûnî anî ser ziman ku ew bi xwe ji malbatek xuyanî û navdare,lehengî û welatparêziya wan di dîroka Kurd û Kurdistanê de eşkereye.

Wisa jî Bavê Zozanê li ser jiyana nemir a wêjeyî ,xelat û berhemên wî jî axivî ku ew bêguman stûnekî serekebû di helbesta resende.

paşî dest bi pirogiramê hate kirin û derfet hate vekirin bo beşdarbûnê di sersaxiyêde .

– Xuşka Mîdya qîza xwedê jêxweş gotina malbatê bi zimanê Erebî xwend, bizelalê ser jiyana bavê xwe got çêbûna wî ,xwendina wî, berhenên wî ,bawerim bi hestekî naz û şêrîn dîrok û jiyanana bavê xwe Xelîl Sasûnî hemî şirovekir.

– Gotina yekîtiya Nivîskar û Rojnemevanên kurd li Sûrî mamostê hêja parêzer Cemîl Ibrahîm bi zimanê Kurdî xwend. Mamosta bi firehî ser jiyan û kar û dîroka helbestvanê nemir sekinî.

-Mamosta Ebdulsemed Daood wek bîranîn leşkeriyê û bê çilo û çawa nemir naskir bi kurtî bi zimanê Erebî ji mere xwend.

-Helbestvan Tengezarê Marînî ewî jî sersaxiya malbatê di riya helbesteke xwey şêrîn de kir.

-Çîrokvan Fewaz Evdê bîranîn xwey li Batmanê wisa jî têkilên xwey enternêtê bi rehmetî re ji xizm û malbat û guhdaran re bi zimanekî xweş peyivî.

– Siyasetmedar Ebdulbasit Hemo ser helbastvanê me bi geşbînî axivî ku kurd wê timî berdewam bin di tekoşînê de û wê dev ji mafê Kurdayetiyê neqerin.

dawî Bavê Zozanê derfet vekirî hişt bo her kesê ku bixwazê ser nemir Xelîl Sasûnî gotinekî yan jî nerîna xwe bibêje.

Wisa sersaxî bi dawî hat dîsa Bavê Zozanê bi navê YNRKS û bi navê malbata helbastvan Xelîl Sasûnî û bi navê komela Hêlîn spasiya hemî kesên hazir û beşdaran kir bi hêviya jiyanek xweş bo malbatê wê û  bi hêvî û xwesteka ku gora rehmetî bibe parçek jî Buhiştê.

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…