Mîrê Bêgor..! Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan


Konê Reş
 

  Werin.. Erê werin em vî lehengê kurd û
Kurdistanî bibîr bînin.. Em bîranîna Mîr Dr. Kamîran Alî Bedirxan du gisin û sê
gîsin bikin. Evê ku tev jiyana xwe ji Kurd û Kurdistanê re terxan kir; bi serketinên
welatê xwe re geş dibû, bi têkçûnan re xemgîn dibû û dilê wî dihat givaştin.

  Wî ji Stenbolê destpê kir.. Di nav rewşenbîr û welatparêzên wê de mezin
bû.. Bi Mêcer Nowêl re li Kurdstana bakur geriya.. Navê wî di lîsteya 150 kesî
de, bidarvekirinê hat derxistin.. Digel bav û biran, xwe li mîrekên Berazan (Meqtelê), girtin.. Li Almaniya xwendina
xwe bir serî.. Li Beyrûtê rojnameya Roja Nû û Stêr bi zimanê
kurdî weşandin.. Li Parîsê, di zanîngeha Sorbonê de zimanê kurdî parast.. Li
Ewropa, nûneritiya şoreşa Barzaniyê nemir kir.. Di lihevhatina 11ê adara 1970î
de, Barzanî jê xwest ku bibe cîgerê serok komara Îraqê, lê ew razî nebû, bi
tenê xwest ku bibe mamosteyê zimanê Kurdî di dibistanek çiyayê Şingalê
de..  Û wî di kovara xwe Roja Nû, hejmara 11an, sala1943an de, li dor xwendin û
nivîsandina zimanê kurdî wiha gotiye:

  (Xort bin, pîr bin, heçî nezan in
divê, dest bi xwendin û nivîsandina zimanê xwe bikin; û ne bêjin qiweta min na
gihe vî îşî; ez heq ji vî îşî dernayênim. Tiştê ko zaroyên heft, heşt salî
dikarin, xort û mirovên sere jî dikarin. Gerandina
îş û karên me, heke ji destê me na ye; îş û karên me naçin serî, dawiya me di
destê xelkê de perîşan bûne. Di Bêrûtê de dibistaneke kurdî heye; panzde mirov
ketine vê medresê; di nav wan de xortên bîst salî û peyayên çel, çel û pênc
salî hebûn. Ev di nav sê mehan de hînî xwendin û nivîsandinê bûn û îro Hawar û
Ronahiyê dixwînin. Xebat şêr e, te dest avêtê dibe rovî
).


  Dawî li Parîsê, di roja 04.12.1978an de, di
dûrî û koçberiyê de, wek piraniya bira û pismamên xwe xatir xwest û ber
dilovaniya Xwedê.. Erê werin, werin piştî 39 salan em vî lehengê xwe bibîr
bînin..
   Xwendevano!
Ku ez û te yekî wek Mîr Dr. Kamîran Bedirxan bi bîr neynin, ma wê kî wî bibîr
bîne..?! Di baweriya min de miletê ku lehengên xwe jibîr bike, wan di ser guhên
xwe re bavêje, ew milet ne xercên jiyanê ne.. 

Wek ku min got Mîr Dr. Kamîran Bedirxan di
roja 04.12.1978an de li Parîsê koça dawî kiriye û berî mirinê, wî termê xwe
diyarî fakultên bijîşkî li Parîsê kiribû.. Anku ew bê gor e! Rehma Xwedê li wî
û tev neferên malbata wî be. Û rehma Xwedê li canê tev lehengên Kurdistanê be.

 Konê Reş, Qamişlo, 02.12.2017

 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Şêrkoh Mihemed

Li wirî tu hey xarîbê nêzîk

Li wir, dirêjbuna destê Jiyana min

Sal û Dar û … Bûharî

Bîra bayê hêzdar ji Bakurê laşê min

Başkên ji min û te, Çih lime çaxê rojava

Tenkdikî ..

ger tû li wir be …. Ez hema

<p...

Ebdûlazîz Qasim

Di zimanê kurdî de, pênc çawig (rader) hene, ew jî (an, în, din, tin, ûn), lê di axaftina kurdî (zarê kurmancî) de şeş çawig têne dîtin, ku çawigê (rin) li wan zêde dibê, lê di (zarê Soranî) de, çawigê R li ser çawigê D tê hijmartin, mînak:

Kurmancî: Birin,…

Komîteya Mihrecana Helbesta Kurdî ya li Wolfsburg, hezkiriyên peyv û risteya kurdî agehdar dike ku wê Mihrecana Helbesta Kurdî li roja Şemîyê di 25.10.2025 de li demjimêr 13:00 Uhr li Komeleya Çanda Kurdî li Wolfsburg lidar bikeve.

Çaxê ku her helbestvanek bivê beşdarî mihrecan bibe, em bi hêvî ne ku du helbestên…

Me bi rêya dost û nasan bêhistiye ku nivîskar û rojnamevanê navdar yê Çiyayê Kurmênc Mamosta Inayat Dîko nexweş ketiye û ev demeke li nexweşxaneyê ye û ji nivîsînê dûr ketiye.

Em jibo başbûna tenduristiya wî, di’ua û hêviyê ji Xudê dikin ku rewşa wî ber bi başbûnê ve biçe û di…