Sersala Nûhatî

Mehfûzê Mele Silêman
 
Sersala nûhatî                     barkirî ji mizgîna
Bi xeml û xelatî                  em ji te bi hêvîne
Em
wek te rêbiwarin
Temen
bi hejmar in
Geşke gula  . 
.    xweşke dila  .  .  van mûman pêxîne
 Sersala nûhatî                    dil bi jan û birîn e
Ji sala buhartî                     hejar û xemgîn e
Çavê me bi girîn e
Li te bi nerîn e
Geşke gula  .  .    xweşke dila  .  .  van mûman pêxîne
 
Sersala nûhatî                     te çi li me kiriye ?
Ji bo vî welatî                     çi bi xwe re aniye ?
Em dixwazin azadî
Aaştî û dilşadî
Geşke gula  .  .    xweşke dila  .  .  van mûman pêxîne
 
Sersala nûhatî                        pelê  min   derxîne
Dengekî bi şewatî                  bextê min bixwîne
Ez biyan û bê zar im
Mest û dîl û jar im
Geşke gula  .  .    xweşke dila  .  .  van mûman pêxîne
 
Sersala nûhatî                      dilêm bi evîn e
Findeke bijartî                      ji min re bişîne
Da rêça pê bibînim
Mafê xwe bistînim
Geşke gula  .  .    xweş ke dila  .  .  van mûman pêxîne
————————————
Ev helbest ji dîwana “RISTA MIN”.
Mehfûzê Mele Silêman — Qamişlo 2 -1-1991

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Xizan Șîlan

ey kemana dilê melûl

bi awaza têlên te yên zîz

çiya û zozan bi gulên serkeftinê

dixemilin

miriyên goristanan

di xewa aramiyê de

vedihesin

pêlên çeman

bi xumexum zelal diherikin

heyv di şadiya xwe de

dibiriqe

îskeîska giriyê zarokên…

Dr. Mehmûd Abbas

Bi dehsalan e ku di beşeke berfireh ji gotara ramyarî û çandî ya Kurdî de, nûnerê Kurd Hesen Xeyrî Beg wek yek ji wan kesan hatiye pêşkêşkirin ku navê wan bi «welatfiroşiyê» ve hatiye girêdan. Ewqas ku hemû jiyana wî di helwestekê de hatiye kurtkirin; helwestek ku wî di yek ji hestiyartirîn û…

Bavê Zozanê

Îro 23.08 2026 li Essen ê li Almanya, kongirê Sêyemîn yê Yekîtiya Giştî ya Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê bi beşdariyeke berfireh ji endaman di atmosfêreke erênî de û bi giyanekî berpirsiyarî hat lidarxistin.

Di kongir de endamên saziyê ji Almanya, Sûriye, Kurdistana Iraqê, Norwêc û Keneda û…

Silêman, Bavê Sîpan
Dayê tu mestire
Ji hemî Gotinan
Tacek ji lal û zêr
Li ser serê mine

Carkê tu soz bide
Min bi tenê nehêle
Durbûne te ji min
Deryayek bê pêle

Çiqas pesn bidim
Ji bo te hindike
Yek dîtin ji te …
Bûharê geş dike

Tu mestire mestir
Ji pesn û Gotinan
Bihuştê qet nabim
Kû tu li ba mine…

Tarî nabe li min
Tu yê Find û Çirea
Ez penaberim…