Çîrok

Qurf (kurte çêrok)

Welîd Me`mo
Memo pala xwe çinî û bi dumahí kir , û sapê xwe
kişand ser bêderan , şixrecíyên wî jî kirîfbûn .
her yekî ji wana cihêrek yan dudu vêra hebûn .
di ber şixran re karê qurfê dikirin ,
seriyên  cehe û genim yên bi rê de weşîne ji
xwe re biref dikirin û dixistin cihêrên xwe .
Memo , li dawiya rojê hat ser bêdera , çavên wí li
cihêrên kirîfan ketin , dît ew miştin ji seriyên dexlê .
got : we ne  çand û ne çinî , û we  pale nekir , cihêrên we dagirtîne , kuro hûn kara dunyê dikin !!.
şura Memo ji zêr bû , qurfcî kara dunyê dikin… , û tucarî zirarê nakin , cihêrên wan li pişta wanin , ne xudiyê oqa û deştan ne , eger kar bû  başe , û eger kar nebû , ne ker bi wan re dikevê û ne ti hîz didirê !!.
lê memo kar jêre gereke , û hinê vêra bêjin mal te ava , û hinê jêre bêjin mal xerabo .
û mal û benê qurfcîya li pişta wane , îro ji virin , siba ne ji virin !!
3-1-2017

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…