Helwestek ji wefadariya Barzaniyê nemir beramber Şehîdê Fermande Mihemed Hesen Bacilorî.

 

Bedel Bacilorî

Piştî şehîdbûna babê min bi çend heyvekan, li sala 1984an, li dervera Silîvana li Rojhilatê Kurdistanê min seredana rêzdar Mesûd Barzanî kir. Cinabê wî pirsyar ji min kir,
got: Tête bîra te li sala 1978an dema bîvelerzê(erdhej) li bajarê Tebes Gulşen daye?
Min gote wî belê li bîra min tê. Cinabê wî got ez li welatê Emrîka bûm li dev Barzaniyê nemir ku wî demî yê nexweş bû, çareseriya wî dihate kirin.
Cinabê wî gotî: Em li pêş televizyonê bûn, me guhê xwe dida deng û basan… demekê gotî ku bîvelerzê li îranê li bajarê Tebes Gulşen daye. Nêzîkî 25000 hezar kesan yêt hatîne kuştin. Bihîstina vî deng û basî Barzanî zor nereht kir. Gotî: Ya rebî Mihemed Hesen Bacilorî û malbata wî diparastî bin. Ew du sal û nîv bûn ku mala me li bajarê navbirî bû.

 

Rêzdar Mesûd Barzanî got: Barzaniyê nemir, emir kir gote min here telefona Idrîs bike û bêjê  hindek mirova firêkete bajarê Meşhed ka çi li Mihemed Hesen Bacilorî û zarokên wî hatiye, heta xeberekî bo min neyînî neyê dev min. Li wî serdemî kak Idrîs Barzanî li nêzîkî Tehranê li bajêrê Kerec bû.
Cinabê Mesûd Barzanî gotî: Ez çûm min telefona kak Idrîsî kir û peyama Barzanî gehande wî, kak Idrîsî got: Bira, min Mela Mihemed û êkê dî yêt firêkirîne bajêrê Meşhed. Her demê xeberek da min dê te pê agahdar bikim. Dema êvarî bû, kak Idrîs telefona min kir, gotî: Bêje cinabê Barzanî kak Mihemed Hesen Bacilorî  û malbata wî bi silametî ne, du rojan berî bîvelerzê mala xwe ya biriye bajêrê Meşhed. Cinabê Mesûd Barzanî got: Ez çûm min peyama kak Idrîsî gehande Barzanî. Cinabê wî gotî: Şukir ji bo Xwedayê mezin ku Mihemed Hesen Bacilorî û malbata wî ji vê karesatê rizgar bûyîne. Rêzdar Mesûd Barzanî got: Min gote Barzanî tu ji bo evî mirovî gelek nereht bûyî. Emir kir, ka rîne xwarê da bo te behsê vî qehremanî bikim.
Barzanî gotî: Mihemed Hesen Bacilorî kurê Selîm Bacilorî ye. Babê wî li şoreşa Barzan beşdarî kirî ye. Mihemed Hesen êk ji qehreman û dilsoz û wefadarê min e li devera Behdînan ji binemaleka Kurdperwer e. Her cepekê min berê wî daye wê serkeftin bi dest ve înaye. Barzanî emir kir piştî mirina min Mihemed Hesen Bacilorî û malbata wî ji bîr nekin. Ewa bivêt bo bikin.
Cinabê Mesûd Barzanî gote min hêviya min jî ew e hûn rêbaza wan bernedin. Min jî gote wî: Em jî dê li ser Kurdîniyê berdewam bîn, belê hûn jî me ji bîr nekin.
Giyanê wan li beheştê şad be.

01.03.2023
.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Konê Reş

Pêşangeha Navnetewî ya Pirtûkan li Hewlêrê/ 17, ku ji roja 9ê Nîsana 2025, destpê kiriye û ta roja 19ê berdewam e. Ev pêşangeha di bin durişma “Cîhan Bi Kurdî Xeber Dide” hatiye lidar ketin. Sebaretî min, pêwîst bû ku ez di roja 13 vê Nîsanê de,…

Li kurdistana Başûrêrojava gelek bûyer û pêşhateyên siyasî diqewmin, ku bandora xwe raste rast li ser bizava netewiya Kurdistana Başûr heye.

Li kurdistana Başûrêrojava tenê ENKS û PYD- YPG nînin, ji derveyî wan gelek rêxistin û partiyên siyasî yên tekoşer û xudan dîrok û ezmûn jî hene, ku pêwist û giringe, em…

Tengezar Marînî

Hermeneutîk û post-hermeneutîk du têgehên bingehîn in di felsefe û zanistên mirovî de, ku bi têgehiştin û şîrovekirina heyber, wate û diyardeyên çandî ve girêdayî ne. Li vir taybetmendî û cûdahiyên di navbera van her du rêbazan de hene:

Hermeneutîk. Xislet û taybetmendî:

Pênase:

Hermeneutîk…

İSKAN TOLUN Köln:

Niha jî min dest bi xwendina pirtûk a şairê nemir Cegerxwîn kir. Ez bawerim ko ez wê pitûkê baş bişopînim wê nivîsa min e bi zimanê dayîkê gelek bi pêş keve. Pirtûk nûye, tîpguhêztine û wisa xwîya dike ko gramera zimanê kurdî baş bikar anîne. Destê wan sağ be!..

<p...