Komeleya Kurdî-Elmanî li civîna hefteya kultûran amade bû

Bi amadebûna Birêveberê Şaredariya bajarê Şilêswîg (Schleswig) rêzdar Stephan Dose evro civîna hefteya kultûran (Interkulturelle Woche 2023) li şaredariya bajêr hate lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye, Komeleya Kurdî-Elmanî (Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.) bi şandeke fermî li civînê amade bû, di gotina xwe de serokê Komeleyê li ser çalakiya Komeleyê ya ko roja 22.09.2023 ahenga pênasîna Komeleyê pêk bê û li ser armancên Komeleyê axivî.
Di derbarê şaşîtiya di flayerê (Interkulturelle Woche 2023) de ko qehremanê Kurd Selaheddînê Eyûbî ji regeza Erebî hejmartibûn, Komeleya Kurdî ev şaşitî ne pejirand, di vir de muzexaneya bajêr bi fermî li civînê lêbûrîna xwe xwest..
Têbînî: Wêne ji hêla Birêveberê Şaredaiyê, ji bo Komeleyê hatiye şandin.

Beşê Ragehandinê
Komeleya Kurdî-Elmanî
Kurdisch-Deutscher Verein Schleswig-Flensburg e.V.
 

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Comerd Hemdoş

​Ji dema ragihandina peymana 10ê Adarê di navbera Serok Ehmed El-Şerih û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî de, diyar dibe ku ev peyman hîn girêdayî hevsengiyên hêza leşkerî û ewlehiyê ye, bêtir ku girêdayî nêrîneke siyasî ya berfireh ji bo pêşeroja Sûriyê bi giştî be. Ev peyman, têgihiştinên…

Hişmend Şêxo

“Nerînek di derbarê rewşa Sûrî de”

Di sala 2011an de qeyrana Sûrî destpêkir û ji wê demê de ji ber zihniyeta rêjîmê û nepejirandina wê ji daxwazên hemû pêkhateyên gelê sûrî re di gorankarî û çaksaziyê de û li şûn sivikirina êş û azara welatiyan û dayîna azadiyên giştî…

Mislim Şêx Hesen

Bi berfirehkirina çarçoveya lêkolînên li ser dîroka Ala Kurdî, dikare were gotin ku ev sembola neteweyî di kêliyekê de derneketiye holê, lê belê di pêvajoyeke dîrokî ya dirêj de ku bi pêşketina hestên neteweyî ya Kurdî û guhartinên siyasî yên li herêmê ve girêdayî ye, form girtiye.

Lêkolînên…

Gulistan Resûl

Ala kurdî ala meye

ew tim navnîşana meye

keske sore sipî pêre

Rojeka zer dinîvde mohre

Tirêjin wê bîst u yekin

dîroka Newrozê dikin

Ala me alek hêjaye

di dîrokê de deng daye

rengê ala me şêrîne

mixabin dinav alan de…