Daweta kunda

 Dilovan çeto 

Mîr bankire wezîrê xwe û got  divî welatî de çi heye çi nîne , gelo miletê min jimin raziye ? liser min çi dibêjin, lê berî tu bersivê bidî ez dizanim tê çi bêjî.
Min tu carî ne bihîztiye rojekê kesekî ne razîbûna xwe daye xwiyanîkirin û ez bawerim tu kes birçî namînê jiber ez bixwe zanim bê çiqasî xêr heye mîna xêr û xweşiya li qesramin.

Pepûkê wezîr dixwest jimîr re rastiya ku bi çavê xwe dibînê bêjê lê . . . .
Mirovek di bajêr de hebû pir zengîn û maldar bû , ew bixwe bazirganekî pir mezin bû, rojekê xwarina mîr û zilamên wî çêkir.
Mîr çend siwar û çend zilamê xwe dane pey xwe û berê xwe dane mala bazirgan .
Birêde gihane gundekî xerabe ,riya wan di nava gundre derbas dibû , li milê rastî wan refekî kunda liser xaniyekî xerabe danîbûn û li milê çepê jî refekî dî hebû. Mîr û kesê pêre gihiştine hemberî kunda , dengê kundê milê rastê hate wan, zilamek ji zilamê mîr got ji kerema xwere hinekî rawestin ez ji van kunda fêm dikim)ez bi zimanê wan dizanim).!!
Dema mîr ev gotin bihîst destê xwe hilda û got rawestin. Piştî kundê milê rastê gotinê xwe bi dawî kirin mîr ji wî zilamê xwe pirsî van kunda çi gotin?
Zilam got mîrê min xwiyaye ev kundê milê rastê hatine ser cila kundê milê çepê û dixwazin yekê bixwazin.!!
Mîr got ma evê dî çi dibêjin, bû qide qida refê dî . zilam got ew dibêjin win ser çava hatine, refê milê rastê gotin ji kerema xwere jimere bêjin nexta (qelen) bûka me çiye?
Refê rexê bûkê gotin qelenê wê çil gundê xerabene.mîr bilez got guhê xwe bide wan bê wê çi bêjin.
Kundê rexê zavê gotin me qebûl kir, lê malbata bûkê gotin çawa winê karibin çil gundê xerabe peydakin?
Yekî ji refê zavê bankir û got saya xwedê û serê mîr eger we çil xwestiye em karin bênçî û zêdetirî wilo qelenê bûka xwe bidin!!??
Mîr matmayî ma û got : gelo meqseda va kunda kiye ?
Zilam got mîrê min ev gotin tev liser teye !! livir mîr bi tepa biserê xwe ket û got hetanî bi kunda di zanin ku ez xerabiyê divî welatî de dikim, lê ez soz didim ji xwedanê mezinre ji îro pêve ez zilm û zorê li tu kesî nema bikim û ezê hewl bidim gund û deverê xerabe avakim.

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Di pêngavekî de ber bi yekgirtina helwêsta kurdî li hember astengiyên ewlehî û siyasî, îro Înê 1ê Gulanê 2026, şandek ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Nivîsîngeha Partiya Demokrata Kurdistanê li Düsseldorf kir ji bo nîşandana helwêsta xwe li hember êrîşa dronî ya ji aliyê milîsên Îraqî yên alîgirên supaya pasdarên rêjîma Îranê…

Helbest: Nadir Qazî

Tîpguhêzî: Cansoz Dabo

Du caran du dike çend?

Hemûyan bi hev re dinivîsî: Dike çar

Lê min di bîrkariyê de pileyên kêm

Dianîn û dihatime xwarê

Ew jî tenê ji ber ku li gor min wa bû,

Du caran du dike yek, ne…

Dildar Aştî
Li rê bûm
Peyv zîpik bûn
Li laşê di tayê de dipengizîn…
Min şopa tajangên sert
Li nav qolincên oxirê di şopand
Bi êşê hestiyar dibûm…
Ê din hebûn
Bi dîlanê mijûl bûn
Bi halanê…
Min qûnaxa di navbera dijberan
de dipîvand…
Li ser pêlên Leylanê
Min pirsa xwe bi saw dişand…
Ka çendî,
Ez nêzîkî agirê rastiyê me ?!..
Çendî dûrî,
Çirava xiniziyê me ?!..

Li wêderê
Şewatê bê mihrevanî
Deşta min…

Ehmed Tahir

Dil ji min bir,şêrîn yarê
Dême sorê,reng hinarê
Pora zêrîn,çen bi xalê
Xecxecoka di buharê
Şêrîn yarê
Reng buharê
Dil ji min bir
Di vê salê

Sibhan rebê ev gul dayî
Rû ji rengê sipî sayî
Agir di dil wê dadayî
Şalê herîr mil badayî
Çem û kanî
Gula xanî
Dil ji min bir
Hêlîn danî

Find û çira di vê malê
Gul û nêrgiz pir delalê
Mi dil daye…