Bi helkefta wexirkirina serokê partiya yekîtiya demuqrata kurd li sûriyê (yekîtî) birêz Ismaîl Umer , gurzek birûsk û nameyê sersaxiyê bi zimanê kurdî gihiştine malpera welatê me , em li vir deqê beşek ji wan birûs û nameyan belavdikin :
———
Malbata xwedêjêrazî mamoste Ismail,
endam, heval û hogirên partiya yekîtiya demoqrat li Sûriyê
bi dilekî tije xem me nûçeya wexerkirina mamosteyê me Ismail bihîst. Vê nûçeyê bi hezaran dilbirîn û dilxemgîn kirin.
Her mirovekî mamoste nas dikir nikarîbû jê hez neke, çendî newek wî mijûl û biramiya. Mirovekî wek ku xebatkar û têkoshêr bû,
hewqas jî rewshenbîr, bêhinfereh, dilpak û dilovan û tolerenas bû. Wî dihisht rikberê wî berya dost û hembîrê wî jê hez bike.
Mamoste Ismail, xwedê jêr razî, di destpêkê de cihekî vala di mala xwe de hisht, lê wê cihekî vala heta demeke dirêj di cergê tevgera kurdî de vala bihêle.
Bi wexerkirina mamoste Ismail, Kurdên rojava serkêshekî bêhempa winda kirin, ku ta demeke dirêj wê cihê wî vala bimîne.
Dubare dibêjim, bila serê we sax be, xwedê sebrekê bide we .
serê miletê kurdên rojava sax be.
Komîta kurdên Hannover
ji dêval wan ve
Tengezarê Marînî
———-
sersaxî
Bi dilekî xemgîn me nûçeya koçkirina mamoste ( Bavê Şiyar )serokê
partiya Yektiya Dîmuqrat bihîst , em sersaxiyê ji Gellê Kurd û heval
û dost û malbata wî re dixwazin , ji yezdan bi hêvîne ku mamoste bi
dilovaniya xwe şake û dergehê buhişta brfireh şanî wî bide û hedan û
aramiyê bi qîma gellê wî û mabata wî bighêjîne .
Dilê Amûdê – Amûdê
———–
Birêz malbata Smayîl Omer.
Partîya Yekîtîya Demokrat a Kurd Li Sûrîya.
Bêgoman koça dawî ya apê hêja Bavê Şiyar derd û xemên me nûjen kirin.
Bi navê malbata Rezoyê Osê sersaxiya we tevan dikin. Bere serê gelê Kurd, malbat, heval û hogirên Xwedê lê xweş be sax be.
Em hêvîdar in ji Xwedayê gewr e Bavê Şiyar bi rehmeta xwe şa ke.
Bere cîgehê Apê hêja buhuşt be.
Malbata Rezoyê Osê
———-
Bi şîn û êşeke mezin me nûça koça dawî ya xebatkar Ismaîl Umer serokê partiya yekîtiya dîmoqrata Kurd li Sûriyê( yekîtî) bihîst, di dema ku em sersaxiya germ pêşkêşî hevalên partiya yekîtiya dîmoqrata Kurd li Sûriyê dikin, me di rêxistina Elmanya de ya partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê, biryar daye ku em wê ahenga ji bo vejandina bîranîna bîst û şeş saliya koça dawî ya helbestvanê mezin seydayê Cegerxwîn ya ku wê li bajarê Vechta li Elmanya di 23.10.2010 an de bihate sazkirin, têkda bibin.
Her weha em jî bi hevalên partiya yekîtiya dîmoqrat re vê şînê di koça dawî ya mamoste Ismaîl Umer de yê ku pirê jiyana xwe di berdsetiya pirsa miletê xwe de terxan kiriye, pevre dikşînin.
Em sersaxiya hevalên partiya yekîtiya dîmoqrata Kurd li Sûriyê û ya hemû zarûzêçên gelê Kurd bi vê koça dawî ya kurekî wanî xebatkar, dikin.
Rêxistina Elmanya ya partiya dîmoqrata pêşverû ya Kurd li Sûriyê
18.10.2010
—————
Sersaxiya hêja Îsmaîl Umer !
Malbata hêja Ismaîl Umer !
Serokatî û Endamên Partiya Yekîtî ya Dêmokrata Kurdî li Sûrya !
Bidilekî xemgîn û bi êş û jan me nûçeya koçbarkirina birayê hêja, welatparêz ,
siyasetmedar , kurdperwer ; Birêz Îsmaîl Umer bihîst.
Ez beşdarî xem û êş û jana we ya dijwar dibim.
Omêdewarim rojên wisa tal û nexweş dûrî malbata we bi .
Sed rehmet li giyana wînî pîroz be û cihê wî buhişta rengîn be .
Bela serê miletê Kurd û malbata wî sax be .
Zinar Şêxmûs 18.10.2010
————-
————
Sersaxî
Hemû heval û endamên partiya yekîtiya dîmoqrata Kurd li Sûriyê . yekîtî
Malbata xwedê jê xweş Ismaîl Umer,
vê nûçeya ne xêrê ez pir xemgîn kirim, em ê hemî ji vê cîhana xapînok bi xatir û bê xatir koç bikin, lê em ê li pey xwe, çi ji malbat û miletê xwe re bihêlin?
Xwedê jê xweş Ismîl Umer, bi çalakî û xebatên xwe roleke mezin di nav tevgera Kurdî de leyist, herweha doza pirsa miletê xwe û armanca avakirina yasayên dîmoqrat li ser astê Sûryeyê kiribû karê xwe yê sereke, mirovên weha bi nerî û berhem, wê di bîra miletên xwe û dîroka tevger wî de zindî bimîne.
Serê malbat û hemû hevalên wî sabin, û xwedê wî bi dilovaniya xwe sabike.
Bawerê Omerî
18.10.2010
————-
Roja înê (22.10.2010) wê li Berlînê paytexta Elmanyayê şîniya birêz Ismaîl Umer, serokê Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (Yekîtî), li dar keve.
Pismamê wî Ednan Kîkî wê vê şîniyê di odeyên Komela Kurdên Sûriyê li Berlîn-Brandenburgê pêk bîne.
Şînî seet 17.00 dest pê dike û seet 20.00 bi dawî tê.
Navnîshan:
Gemeinde der Kurden aus Syrien in Berlin/ Brandenburg e.V., Trautenaustr. 5, 10717 Berlin.
Telefon: 0173-6234226
(Ednan Kîkî)
————-
PARTIYA YEKÎTIYA DÎMOQRAT YA KURD LI SÛRYA.
MALBATA NEMIR MAMOSTE ISMAÎL OMER.
Bi dilekî xemgîn û bi êş ûkeder me noçeya koçkirina nemir serokê partiya yekîtiya dîmoqrat ya kurd li sûrya mamoste Ismaîl Omer bihîst.
Ez binavê malbata Cegerxwîn sersaxiya Partiya yekîtiya dîmoqrat ya kurd li sûrya û heval û endamên partiya yekîtiya dîmoqrat û malbata nemir dikim bila serê miletê kurd sabe, û her û her wê di bîra mede bimîne û jibîr nabe,xwedê wî bi dilovaniya xwe şabikî û cihê wî bihişt be.
Stockholm 18.10.2010
Malbata Cegerxwîn