Deqê gotina Partiya Yekîtiya Demokrat, ya kû di rêwresma koçbarkirina serokê partiyê birêz Îsmaîl Umer de ji bal birêz Mihyedîn Şêx Alî ve hate xwendin

  Xwîşk û birayên hêja…
Nûnerên partrî û rêxistinan…
Beşdarên rêzdar…
Hûn tev bi xêr hatin, bila serê we hemiyan sax be.

   Îro, roja sêşemê 19ê meha Tişrîna yekê sala 2010an, rojeke dîrokî ye, ku li gundê QEREQOYÊ we xatir ji mamoste Îsmaîl Umer xwestiye. Ew bi dilekî rihet, bi rûyekî sipî çav damirandin û ji vê dunya ronik ji nav me bar kir.
   Xwîşkino, birano…
Weke çawa hûn tev berketiyên maoste Îsmaîl in, bawer bikin ew jî, ji dil û can berketiyê we hemiyan bû, berketiyê gelê xwe yê Kurd bû, berketiyê welatê xwe Sûriyê bû… Dostanî û hevaltiya rehmetî ne tenê bi Kurdan re bû û hew, lê belê ligel bi sedan welatparêz, siyasetvan û rewşenbîrên Ereb, Asûrî, Çerkez, Turkmen û Ermen, Misilman û Fille re, ji gelek bajar û parêzgehên Sûriyê xwedî têkilî û dostaniyeke gerim bû, bi çalakî û dilsozî, bi berpirsiyarî û bawerî, siyaseta parta xwe diparast û li dirêjahiya bêtirî 40 salî dixebitî, lewre jî, di dilê hemiyan de cî girtibû.
   Mamoste Îsmaîl Umer-Bavê Şiyar- çendî berpirsiyar û serokê partiya xwe bû, ewqas jî nefis biçûk bû, hevalê hevalê xwe bû, xwe di ser miletê xwe re ne didît, bi herhawî mirovhez bû, lewre jî, çûna wî ne tenê xisara partiya me bû, lê belê, xisara tevahiya tevgera Kurd bû, xisara Kurd û Ereb bû, xisara Sûriyê bû.
-Cî û warê Îsmaîl Umer li ba Sultan başa-el-etreş, Şêx salih el-elî û Îbrahîm Henano ye!.
– Cî û warê Îsmaîl Umer li ba Dr.Qasimlo, Şerefkendî, Samî Ebdirehman û Mele Mustefa Berzanî ye!
-Cî û warê Îsmaîl Umer li ba Mûsa Enter, Fayiq Bocaq û Seîd Alçî ye!
-Cî û warê Îsmaîl Umer li ba Hemze Niwêran, Cegerxwîn, Osman Sebrî û Dr.Nûredîn Zaza ye!
-Cî û warê Îsmaîl Umer li ba Ebdilhemîd Zîbar, Ebdirehman Osman û Dr.Newaf Husên e!
   Soz û peyman, em dê li ser riya dilsozî û hişmendiya nemir mamoste Îsmaîl Umer berdewam bin û bixebitin.
   Careke dî, bi navê Komîta birêvebir ya parta yekîtî ya demokrat a Kurd li Sûriyê, em serê we hemiyan sax dikin, bila hûn xweş bin , dost, heval û hogirên Îsmaîl Umer sax bin, xelkê Qereqoyê, parêzgeha Hesîça û gelê Sûrî xweş be.
Merivên heval Îsmaîl, keç û lawên wî sax bin.
Supas ji guhdariya we re.

19.10.2010Z

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Tengezar Marînî
Roman a Ingeborg Bachmann ya bi navê “Malina” ne tenê romanek e, ku mirov tenê bixwîne; ew hevdîtineke bi şêwazekî din re, yê bîrkirin û hestkirinê. Ew çîroka jinekê ye, ku di cîhaneke cih ji bo hestên wê yên kûr tune ye de, diqete û diherife.

şiroveyeke zelal û wêjeyî ya…

Dr. Mahmoud Abbas

Herçend pergala Wilayeta Feqîh pergaleeke qirêj û xapînok be, û gelek tawan li hundirê Îranê û li derveyî wê kiribin, lê îro ecêbî û êşeke mezin ev e ku gotara wê, di hin dosyayan de, ji gotara rêveberiya Trumpê zelaltir xuya dike؛ rêveberiyeke ku dixwaze têkçûna xwe ya siyasî û…

Rebhan Remezan

Weke zêdekirinek li ser tiştên ku min berê di gelek gotaran de nivîsandibûn, yên ku xwendineke rexneyî li ser rûçikên xebata siyasî li welatê me Sûriyê dihewand, îro nakokiyeke balkêş û heta şokker derdikeve holê, ku rastiya çepa Sûrî bi gelemperî, û hinek partiyên Kurdî yên Sûrî bi taybetî hilavaşîne….

Rabhan Ramadan

Çar dehsal û piçek.. Û qehremaniya Kurdî nû dibe

Hezar carî pîroz be ey qehreman, ey Egîd.. Bi serkeftin û şampiyoniya xwe ya li ser asta cîhanê, te ez û hemû Kurd şa kirin. Çar dehsal û piçek, ev e ferqa demî di navbera koçkirina şampiyonê cîhanê yê zîvranî…