belavokên partiyan

Li bajarê Amûdê tîpên kurdî du Kurd dan girtin

 

Berî heftiyekê li bajarê Amûdê li Kurdistana Sûriyê du welatiyên kurd hatin girtin. Li gor agahiyên ku malpera KurdWatch.org bi dest xistin, endamên hêzên Ewlekariya Dewletê gulfiroş Alan Ehmed Hisên (1984) û karmendê dikaneke kompûteran Munteser Ehmed Xelef (1977) roja 18ê şibata 2010ê girtin, ji ber wan tîpên kurdî bi kar anîbûn. Alan Ehmed Hisên ji Munteser Ehmed Xelef xwestibû ku ji bo gurzek gulan ji bo zemawendeke (daweteke) du welatiyên kurd li ser kompûterê bi zimanê kurdî çend gotinên pîrozbahiyê binivîsîne.
Ev yek bû sedema girtina herduyan. Hêjayî gotinê ye ku herdu Kurd hatin girtin, çimkî wan ji bo nivîsandina tîpên bi kurdî kompûter bi kar aniye. Piştî ku ew Alan Ehmed Hisên û Munteser Ehmed Xelef hatin girtin, ew hatin veguhestin bajarê Qamişloyê. Ta niha çarenivîsa wan ne diyar e.
 KurdWatch.org malpereke serbixwe ye ku bi zimanên kurdî, ingilîzî, elmanî û erebî agahiyên li ser binpêkirina mafên mirovan li hemberî gelê kurd li Sûriyê diweşîne. Navnîşana wê ev e:

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…