sersaxî

Koçkirina Nivîskar Û Welatparêzê Kurd Rezo Osê

Doh, êvara înê 04/03/2010, saet 9ê şevê, Yezdanê mezin, piştî nexweşiyek dirêj emanetê xwe ji  nivîskar, rojnamevan û welatparêzê kurd Rezo Osê stand. Em jî bi dilekî şikestî û keser koçkirina wî ji Medya Kurd re radigihînin û we serwextî vê oxirkirina wî a xemgîn û diltezîn ku ne di çax û demê xwe de hat, dikin. Hêj zû bû ji koçkirina mamoste Rezo Osê re.. Hêj pêdiviya rewşenbîriya Kurd pê hebû.. Lê sed mixabin, eve halê dinyê, wek ku kurdan gotiye; Dinya baqê nîvciye…

Roja Înê, 05/03/2010, piştî limêja nîvro, wê darbesta wî, ji Qamişlo birêkeve ber bi gundê wî Dekşûrîyê ve û wê lê bê veşartin.

Serê malbata wî sax be, serê gelê kurd sax be û serê rewşenbîriya Kurd sax be, ev rêk li pêşiya me teva ye.

Konê şînî û sersaxiyê li ber derê mala wî ye, Qamişlo, taxa Mûwezefîn.

Ji bo pewendiyan: 0993125415/ 0933584072

Konê Reş
Qamişlo, 05/03/2010

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…