Rojnamegeriya Kurdî ya Heftane gelekî lokal e

Dilbixwîn Dara
dil_dara@hotmail.com

Em hîn ji pêvajoya “Rojnamegeriya Heftane” derneketine
102 sal  di ser rojbûna rojnamegeriya kurdî re derbas bûn, vaye me salvegera rojnamegeriya kurdî, li her derê bi gelek şêweyên cuda pîroz kir. Herçiqasî îsal pîrozkirin qels bû jî, lê belê qet nebû me ew roj bi bîr anî.

Tevî ku ewqas sal derbas bûn jî, me hîn sînorê rojnamegeriya heftane derbas nekiriye. Çend rojnameyên ku rojane derdikevin jî, di rengê bultenan de ne, hinek ji wan bi şêwaza derxistina belavokan derdikevin. Ji bo xwendevanan ne balkêş in.
Bêguman derxistina rojnameyan, bi şêweyekî rojane kadro û tîmekî çalak, aktîv û profesyonel dixwaze. Tîmekî wiha dixwaze ku nêçîra nûçeyan bike û her kêliya ku were xwestin, li cihê bûyerê be. Ez bi xwe niha tîmekî wiha nabînim, dibe ku hebe lê min nedîtiye.
Her wiha ji bo rojnameyeke rojane, nivîskarên rojane jî lazim in, ku bikaribin her roj tiştekî nû ku raman-perspektîv têde hebin pêşkêşî xwendevanên xwe bikin. Nivîsandina rojane hunereke bi serê xwe ye, teknîka wê gelekî taybetî ye.
Weke ku ez dibînim, em rojnamevan û nivîskarên Kurd nikarin ligel wê teknîka nivîskariya rojane guncaw bin, çawa bêjim em bi rojnamegeriya heftane re tembel bûne.
Ez bala xwe didim peyamnêrên TV kurdî, goya raporê pêşkêş dikin, tu dibêjî derbeyeke eskerî çêbûye, gotarên siyasî pêşkêş dikin.
Wê rojê dostekî rojnamevan ji min re digot, “binêre, di rojnameya erebî Al Hayat de, Cîhan Al Xazin, çawa dinivisîne, di her nivîseke wî de, aqilmendiyek heye, ew bi nivîsên xwe weke rawêjkarekî ji bo Ereban kar dike…”
Nabêjim hemû, lê piraniya nivîskarên ku di rojnameyên cidî de rojane dinivisînin, kesên bijarte ne. Li cem me Kurdan hîna ew nivîskarên bijarte derneketine. Nivîskar û rojnamevanên bijarte tîraja rojnameyê bilind dikin.
Ji ber vê yekê nivîskar têne transfêrkirin.
Heta ku di nava me Kurdan de rojnamevan û nivîskar neyêne transfêrkirin, emê nikarin bibêjin em xwediyê rojnamegeriyeke bi bandor û serkeftî ne.
Di nêrîna min de rojnamegeriya me ya heftane, li pêşiya derketina û pêşxistina rojnamegeriyeke rojane ji bo Kurdan astengan derdixîne.
Derketina “I POD” dinya biçûktir kir. Tu li kuderê bî, dinya di nava destên te de ye. Êdî qet pêwîst nake tu li bajarekî weke New York, yan jî Parîs û Dubay bî. Dixwazî bila mala te li gundekî Kurdistanê be, dixwazî bila tu li ser zeviyekî yan jî li ber pezê xwe şivanek bî… êdî “I POD” a di berîka te de, hem Computer, hem Mobile, hem jî internet’a te ye. Ango rojnameya te di girfana te de ye.
Di rewşeke wiha de, gelo rojnamegeriya heftane dikare bersiva pêdiviyên mirov bide?!
Ji ber ku bûyer pir bilez rû didin û xwendevanê rojnameyê nikare li benda derketina rojnameyê ji bo roja din bimîne, li gelek welatên weke Almanya, rojê du caran rojname derdikevin. Rojnameya ku bi şev derdikeve ji ya bi roj cudatir e.
Hinek caran mirov dibîne ku televîzyon jî nikarin bersiva lezbûna bûyeran bidin.
Internetê, heta radeyekê pişt li medyaya çapkirî, televîzyon û radyoyan şikandiye. Împratorên medyayê li cîhanê gazinan ji vê yekê dikin û dibêjin ku wan bi pêşketina internetê re ziyaneke mezin dîtine, ji ber vê yekê ew hewl didin ku ligel “Google”, li hev werin, xwendina nûçeyan di internetê de bikin bi pere. Tevî ku heta niha Google ew biryar nedaye, lê her demê jî ew ihtîmal heye. 
Ez dibêjim belkî ji hemû miletan zêdetir pêwîstiya Kurdan bi rojnamegeriyeke rojane hebe, Kurdistan welatên bûyeran e, em bi rojnamegeriyeke lokal û herêmî, ne mezin dibin ne bersiva bûyeran bidin, ne jî dikarin ligel pêşketina teknolojiya di medyayê de bimeşin.


Jêder: Avestakurd

شارك المقال :

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

اقرأ أيضاً ...

Ji nivîsîna Tengezar Marînî

1.

Nivîskara Kurdistanî, Suzan Samancî, bi romana xwe ya dawî, Payîz an jî Ziyab, ku ji hêla weşanxaneya Avesta ve, li sala 2024 hatiye weşandin.

Di gel ku roman ji 87 rûpelên D5 pêk tê û li ser sê parçeyan dabeş bûye, lê di metin, vebêjî,…

Tengezar Marînî

Destek im, di bazara parvekirinê de.

Birîn,
asoyên mijê,
Bêje destpêk e,
feryada pel û leman e.
Histû xwar,
di bizav û kewdanê tarî de.

Ziman kesk e;
jêrzemîn asoyekî razê ye.
Çirkek di sebra nîşanê de parastî.
Destanek ji êgir e çavê min
Serdema kovanan e,
Çiyay sinorên êşê nas nakin.
Her tişt bûye êş.
Her tişt bûye kovan.
Şikestin, derbederî, dagîrkerî, talan, lêdan..
Kuç…

Ezîz Xemcivîn

Pakrewan (Şehîd)…

Du helbestên min bi dengê mamoste Güney Özdemir

https://www.facebook.com/100014938271912/videos/1104840264623404

Qado Şêrîn

Kurdê ew nav an ew stran guhdarî nekiriye tune.

Ez zarok bûm, min li wê stranê guhdarî kir, xwîna min hênik dibû, lê min bawer nedikir ku emê rojekê ji rojan, berî 20 salan, hevûdu li Hollenda aş û gulan bibînin.

Pirtûk jiyan û Bîranîn e,…