Nivîser: Abram ŞAHÎN
“Kurdan gelekî ji bindestiyê kişand, loma gerek ew bilind bibin asta nakokiyê û fikreya lavêj û perîşaniyê li pêşiya raya gîştî berdin, û li dêvla wê sratîjiya globalkirina lawaziyê, weke cuhî û ermenan bixebitînin”Ehmed QILÎÇ
Gîheştina asta nakokiyê ne tim bi kiryarê leşkerî diqewime. Gelek caran destavêtina çekan dibe çareya dawî. Cîhan niha di serdemeke nuh de ye ji cengê navê xwe cenga ragihandinê ye û eger nûnerên dozê vî çekî baş bikar bînin, hîngê rê li pêşiya çareseriya dozê fireh vedibe.
Her doz pêdivêyî marketkirin an globalkirinê ye ji raya gerdûnî re. Gerek doz ji wan re baş were zelelkirin û li gor çanda wan were şirovekirin û gerek tirsek li ser dozê di dilê wan de were afirandin derbarî çareserkirina dozê. Wê gavê em dikarin raya dervayî ji kêrî dozê re misoger bikin. Û ne tim hêzên xurt bi tenê dozên xwe global dikin, lê hêzên qels jî dikarin lawaziya xwe global bikin weke ku cuhiyan Holokosta xwe global kirin û weke îro ermen dixebitin boyî jenosîda (komkujiya) ku tirkan der heqê wan de kiriye global bikin û mukirkirineke navnetewî wergirin ku cîhan tev li aliyê wan bigirin ji bo wêrana ku bi serê wan de hatibû. Wisa divê kurd şehreza bin di xuyakirina lawazî û rastiya pirsgirêka xwe. Em dibînin gelek caran kurd û bi taybetî endamên partiyan bi awakî sert û nezan bi hemberê xwe re dide distîne û gelek caran xuya dikin ku nikarin mirovên kurd ên asa bervî dozê bikşînin û wan bidin têgihiştin bi rastiya doza xwe.
Lê globalkirina dozeke bi girêk, mîna doza kurdî ne, barekî hindik e. çend merc li kurdan divê ji bona doza xwe baş bigihînin cîhanê. Ji wan mercan bi kurtî: gerek kurd kesayetiya xwe baş binasin û bidin nasîn. Anku çanda xwe, dîrok û nasnameya xwe û gerek ev proses ne bi awakî hestyarî pêk were, le gerek li ser mijara nasname û çandê bi awakî zanistî bixebitin û nameya xwe bi zîrekî bigihîne gelên din û ji wan re bi awayî ku ew têdigihin û hîkar dibin pêşkêş bikin.







Şîrove (0)