belavokên partiyan

Vexwendineke vekirî.. Roja helbesta kurdî li derve

  Ji sala 1993 an de, her sal, di roja koçkirina seydayê Cegerxwîn de, li rojavayê Kurdistanê, roja helbesta kurdî tê lidarxistin. Herwisa li derveyî welêt, li Elmanyayê, ev cara pêncan e ku, bi heman helkeftinê, helbestvan û wêjehezên kurdên rojava li hevdu dicivin. Bi xwendin û guhdarîkirina helbestên kurdî dara zimanê kurdî yê ŷêrîn av didin û giyanên xwe yên li biyaniyê zuhabûyî didin ber barana wêjeya kurdî.
Bi navê komîta amadekar ya „Roja helbesta kurdî li derve“ em, îsal jî, we vedixwînin bajarê Bottropê li Elmanyayê, da ku di roja ŷemiyê de, 16.10.2010, careke din, em rojeke wêjeyî û kurdewar bi hev re derbas bikin.

Em bi hêvî ne ku di demeke nêzîk de helbestên helbestvanên ku dixwazin beŷdar bibin, li ser vê E-mailê ( roja-helbest2010@hotmail.de )bigihêjin ber destên me.

Hêjayî gotinê ye ku, dîwarên salona helbestxwendinê wê bi tabloyên çend ŷêwekarên Kurd bêne  xemilandin.

Herweha, wê roj bi muzîk û stranên hunermend Zubêr Salih bi dawî bibe.

Navnîŷana cihê “Roja helbesta kurdî li derve“ ev e:

Sprelraum ( Haus der Jugend )
Prosper Str.71
46236 Bottrop
……..
Dem: katjimêr: 13: 00
……..
Ji bo têkiliyê:
0049 01637866977

0049 160 92 44 44 29

Bi hatin û beŷdarbûna we, wêjehezên Kurd, em ê kêfxweŷ bibin.

Komîta amadekar ya „Roja helbesta kurdî li derveg
Keça Kurd 
Elî Cafer

Helîm Yûsiv

17.09.2010

Ev gotar bikêr bû?

Nêrîna te ji bo başkirina naverokê alîkar e

0% ji xwendevanan ev gotar ecibandin
(0 nirxandin)

Şîrove (0)

Şîroveya xwe binivîse

Nivîsên din

Konferansê «Kurdên Qefqasyayê»

Ebdûlazîz QasimÎro Mamosta Hejar Şamil li ser malpera xwe nûçeyek weşand li ser lidarxistina konferansekî pir girîng yên Kurdên Qefqasyayê bi înîsiyatîfeke…

”Pênûsa Nû” hejmara 108an

Hejmara 108 ya ‘’Pênûsa Nû’’, Hejmareke tijı̂ nivı̂s û berhemên cûrbecûrin. Hûn dikarin gelek berheman di warê; Gotar û Nerı̂n, Ziman, Dı̂rok,…